Partiya Karkerên Tirkiyeyê(TÎP) têkildarî erêkirina cezayên doza Geziyê daxuyaniyek da.
3emîn Daîreya Cezê ya Dadgeha Bilind, cezayên li Osman Kavala, Can Atalay, Tayfun Kahraman, Mine Ozerden û Çîgdem Mater ên ji doza Geziyê dihatin darizandin erê kir, cezayê Mucella Yapıcı, Yigit Ali Ekmekçi û Hakan Altinay jî betal kir û biryara berdana wan da.
TÎPê diyar kir ku Dadgeha Bilind bi vê biryara xwe bi awayekî zelal Berxwedana Geziyê weke hêmaneke sûc qebûl kiriye û li dijî gel helwest girtiye.
Ji Hatayê heta Enqereyê wê bi meş in
Serokê Giştî yê TÎPê Erkan Baş di daxuyaniya xwe ya piştî biryara duh de ragihand ku ew ê ji Hatayê ber bi Enqereyê ve bimeşin.
“Ez darbeya darazê ya li dijî azadiya gelê me yê kedkar, bi taybetî Parlamenterê me yê Hatayê Can Atalay û hemû girtiyên Geziyê yên ku cezayên wan ên girtîgehê hatin erêkirin, qebûl nakim. Ji bo azadiyê ez ê di 1ê Çiriya Pêşiyê de ji Hatayê berbi Enqereyê gava yekemîn bavêjim. Ez dizanim ez ne bi tenê me, em ne bi tenê ne. Qesr jî dê hîn bibe!”
Erkan Baş beriya niha jî ragihandibû ku ger Atalay neyê berdan, ew ê di 1ê Çiriya Pêşiyê de bimeşin Enqereyê.
(AS/AY)