Biryar hat dayîn ku êrişkarên êrîşa li salona konserê ya Crocus City Hallê a li Moskow, paytexta Rûsyayê welatiyên Tacîkistanê Dalercon Mîrzoyev, Saidakram Murodali Raçabalizoda, Ferîdûnî Şemsidîn û Mihemmedsobîr Fayzov wê heta 22ê Gulanê di girtîgehê de bin.
Ji 11 gumanbarên ku bi sedema êvara 22ê Adarê êrîşî salona konserê kirine hatibûn desteserkirin 4 jê duh li Dadgeha Herêmî ya Basmanniyê ya Moskowê derxistin pêşberî dadger.
Gumanbarên bi tohmeta ku "Weke endamên komeke rêxistinkirî êrîşa terorê pêk anîne ku di encamê de mirin çêbûye" li salonên cuda derxistin pêşberî dadger.
Çi bûbû?
Li paytexta Rûsyayê Moskowê êvara 22ê Adarê li salona konserê ya Crocus City Hallê êrîşeke çekdarî hat kirin.
Di dîmenên li ser medyaya civakî hatin parvekirin de xuya dibe ku êrîşkaran bi çekên otomotîk gule li salonê reşandine. Ji ber şewata li avahiya ku salona konserê lê bû banê salonê piştî demekê hilweşiya.
Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê ragihand ku di êrîşê de 137 kes mirin û zêdetirî sed kes jî birîndar bûn.
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ragihand ku 4 kesên ku êrîş organîze kirine jî di nav de 11 kes dîl hatine zeftkirin.
DAIŞê di daxuyaniyekê de li ser kanala xwe ya Telegramê berpirsiyariya êrîşê girt ser xwe. Li aliyê din Ukrayna diyar kir ku ti têkiliya wan bi êrîşê re nîne.
(AS/AY)