Nasnameya kesê ku bi çek û kêrê êrişî Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Bahçelîevler, navçeya Stenbolê kiribû, dîyar bûye.
Navê ku kesê ku bi çek û kêran êriş bir ser avahiya HDP'a Bahçelîevler a Stenbolê û endamên partiyê Ramazan Dîşari û Azîz Şîmşek birîndar kiribû, diyar bûye. Hatiye akşerekirin ku yê êriş biriya ser avahiya partiyê Mûhammed Eren Sutçu ye. Sutçuyî ji Rîzeyê ye.
Sutçuyî piştî êrişê reviyabû û ketibû firinekê. Paşê polîsan ew ji cihê bûyerê girtibû û biribûn Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Kolana Vatanê. Hê îfadeya êrişkar nehatiye girtin.
Çi bûbû?
Duh (28ê Kanûna Pêşiyê) li Stenbolê, li dijî avahiya rêxistina navçeya Bahçelîevlerê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) êrîş pêk hatibû. Kesekî bi kêr û çekê êrîşî kesên li nava avahiyê kiribû û du kes birîndar bûbûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, êrîşkar çûye avahiyê ji bo endamtiya partiyê hin pirs kiribû. Paşê jî Ramazan Dişariyê ku çay daye wî û endamê partiyê Azîz Şîmşek birîndar kiribûn.
Rêveber û endamên partiyê xwestibûn êrîşkarî asteng bikin, ew reviyaye û çûye ketibû firineke li ber avahiya HDPyê. Polîsan hatiye ew ji wir desteser kiribû.
(AY)