Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Mêrsînê hin êrîşkaran ji tirimbêla xwe teqemeniyek avêtiye di tirimbêla polîsan de. Bi teqîna teqemeniyê du polîs birîndar bûne.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Doganê(DHA) êrîş di siet 7.30ê hatiye kirin.
Polîsên birîndarbûyîn li Nexweşxaneya Mêrsînê têne dermankirin.
Midûrê Emniyeta Mêrsînê, Mehmet Şahneyî eşkere kir ku êrîş li noqteya kontrolkirinê ya polîsan hatiye kirin. Teqemeniyeka bi destî hatî çêkirin hatiye teqandin.
Şahneyî eşkere kir ku rewşa polîsên li nexweşxaneyê têne dermankirin baş e.(EKN/MB)
*Wêne: Mustafa Güngör - Mêrsîn / AA