Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Onur Gencer, kesê bi çekê êrîşî ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê kiriye û Denîz Poyraz kuştiye, li Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê îfadeya wî hatiye wergirtin.
Bixwîne - Rapora lêkolînê ya cihê bûyerê: Denîz Poyraz bi şeş guleyan hatiye kuştin
Onur Gencer duh (17ê Hezîranê) saet li derdora 11.00ê sibehê çûbû avahiya HDPyê ya li Xana Kolana Şair Eşrefî ku li navçeya Konakê ye û bi çekê êrîş kiribû. Gencerî di îfadeya xwe de wiha gotiye: “Armanca min ew bû ku ez çend kesan li wir bibînim. Heke hin kesên din li wir bana min ê gule bera wan jî bida.”
Bixwîne - Li Îzmîrê kesekî bi çekê êrîşî avahiya HDPyê kiriye
Piştî ku polîsan li cihê êrîşê lêkolîn kirine, cenazeyê Denîz Poyrazê birine morga Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê.
Di destpêka sala 2020an de çûye Sûriyeyê
Li gorî nûçeya Alican Uludagî ya di DW Tirkiyê de hatiye weşandin, Gencerî gotiye ku bavê wî karkerê tekelê bûye û teqawid e, xwişka wî xwendekar e, ne endamê ti sendîka, komele an jî partiyan e û dêya wî miriye.
Gencerî diyar kiriye ku ew tevlî malbata xwe li navçeya Gazîemîr a Îzmîrê dimîne, neçûye leşkeriyê, di mehên destpêka sala 2020an de weke karmendê tenduristiyê çûye Sûriye/Minbicê û demekê li wir wezîfe kiriye.
Gencerî wiha dewam kiriye: “Di Nîsana sala 2021an de min dest ji karmendiya tenduristiyê berda. Lê niha dibe ez hatibim derxistin lewre ez naçim karî.”
“Ji zaroktiyê ve ye ez planan dikim”
Gencer bersiva wê pirsa ku digot “te êriş bi çi armancê kir?” wiha daye:
“Piştî parvekirinên derbarê xwekuştina polîsekî di 16ê Hezîrana 2021an de PKKiyan hin parvekirin kirin ku heqaret li min dikirin. Dijûn ji dêya min û xwişka min re dan. Li ser vê min jî heman gotin kirin. Ji zaroktiyê ve ye ji bo ez PKKyiyan bikujim min plan çêdikirin. Bûyer ji ber xwe çêbû.”
Gencerî behsa plankirina êrîşê kiriye û diyar kiriye ku wî navnîşana avahiya HDPya Îzmîrê di Kanûna Paşiyê ya sala 2021an de li ser Google peyda kiriye. Gencerî gotiye ku ji bo keşifkirinê wî qeyda xwe li kûrsa bi navê “Perfect İngilizce” çêkiriye û wiha gotiye:
“Çend caran ez ji bo keşfê xebitîm. Bi armanca ku li malê bihêlim di Gulana 2021an de min ji bo destûrnameya çekê serî li Midûriyeta Emniyetê ya navçeya Gazîemîrê da. Li Kizlararagasiyê ji kesekî bi navê Mehmet min bi 3 hezar û 500 Tlyî çeka Ruger kirî.
“Min 10 gule li vê çekê bar kir û bûyera îro pêk anî. Min ew deh gule jî li nava avahiya HDPyê bera dan. Armanca min ew bû ku ez çend kesan li wir bibînim. Lhe bi tenê kesek li wir bû.
“Ji ez difikirîm ku PKKyî tên vir min ti ferq nexist navberê. Heke hin kesên din li wir hebana min ê gule bera wan jî bida. Piştî çalakiyê min çeka bikar aniye xiste çenteyî û dema ez ji cihê bûyerê derdiketim polîsan min zeft kir û hatim desteserkirin.” (AS/FD)