Li Goristana Zîncîrlîkuyuyê ya navçeya Şîşliya Stenbolê nijadperestan êrişî gora parêzerê Kurd Medet Serhat hat kir û kêlên gora wî şikandin.
Medet Serhat, di 12ê Çiriya Paşîn 1994an de li navçeya Erenkoyê ya Stenbolê, di encama êrîşeke çekdarî de li ber deriyê mala xwe hat qetilkirin.
“Xizmeta bavê min îro jî nijadperest û faşîstan ditirsîne”
Rûmet Serhat, kurê Medet Serhat derbarê êrişê ji Rûdawê re axivî û got, “Roja Duşemê em dê li dijî wê êrişa kirêt serî li dadgehê bidin.
Serê min û yê malbata min ji ber bavê min bilind e. Bavê min heta ku sax bû xizmet ji bo miletê xwe kir.
Ew xizmeta wî îro jî nijadperest û faşîstan ditirsîne.”
Keskîn: Hurmeta nijadperestan ji miriyan re nemaye
Mafparêz Eren Keskînê jî dîmenên gora Medet Serhat parve kir û got, “Niha kurê kekê Medet şand. Êrîşî gora parêzer Medet Serhat kirine û kêlên gora wî şikandine. "Nijadperestên ku hurmeta wan ji miriyan re tune ye #medetserhat,".
Şimdi Medet abinin oğlu gönderdi. Av Medet Serhat’ın mezarına saldırmışlar mezar taşlarını kırmışlar. Ölüye saygısı olmayan ırkçılar #medetserhat pic.twitter.com/BLbBfUThZK
— Eren Keskin (@KeskinEren1) April 10, 2024
Her weha Şaxa Stenbolê ya Komaleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) li ser hesabê xwe yê Xê bertek nîşanî êrîşê da û xwest berpirsyar bên girtin û darizandin.
OHDyê di wê peyamê de got:
“Em êrişa nîjadperest a li ser gora Parêzer Medet Serhatê ku di têkoşîna azadî û edaletê ya gelê Kurd de hat qetilkirin şermezar dikin.
Divê demildest berpirsyar bên girtin û darizandin.
Li dijî faşîzmê pratîka jiyanê ya parêzer Medet Serhat dê têkoşîna me ya azadiya hiqûqê ronî bike.”
Kürt halkının özgürlük ve adalet mücadelesinde katledilen Av. Medet Serhat’ın mezarına yönelik ırkçı saldırıyı kınıyoruz. Sorumlular derhal yakalanıp yargılanmalıdır.
— ÖHD İstanbul (@ohd_istanbul) April 10, 2024
Faşizme inat, Av. Medet Serhat’ın yaşam pratiği özgürlükçü hukuk mücadelemize ışık tutmaya devam edecek. pic.twitter.com/CY18gb2unL
(EMK/AY)