Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeke pênc kesî di saet 01:30ê şevê de li Kadikoyê dema Bariş Atay, Parlamenterê Hatayê yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê(TÎP) û hevalên xwe li mekanek derdikevin, dibêjin "xayînê welat" û erişî Atay dikin.
Li gorî nûçeya Gozde Yelê ya li T24ê, dema êrişî Atay dikin wî li erdê dixin û bi pêyan lê didin. Bariş Atayî li Nexweşxaneya Nûmûneya Haydarpaşayê bi gumana travma û şikestina parsûyên wî girtine tedawîyê.
Nêzîkî 3 saet berê dermankirina Atayî temam bûye û li pêş nexweşxaneyê daxuyanî daye û gotiye, " , "Ez niha baş im, tişteke cidî nîne. Emê roja sêşemê daxuyaniya çapemeniyê bidin"
Hatiye diyarkirin, Atayî dê giliyê êrişkaran bike. Piştî êrişê kesên êriş kirine revîne û heta niha derbarê êrişê de çi kes nehatiye desteserkirin.
TÎPê daxuyanî daye
Piştî Atayî rastî êrişê hatiye, TÎPê daxuyanî daye û gotiye:
"Bariş Atay, Cîgirê Serokê Giştî yê partiya me ku di nava rojê de ji aliyê Suleyman Soylûyî ve weke hedef hatibû nişandan, îşev rastî êrişa komeke 'nasnameya wan nediyare' hatiye. Rewşa Hevrêyê me Bariş baş e. Ji bo daxwaza piştgiriyê em spas dikin."
Wezîr Soylû çi gotibû?
Bariş Atay, Parlamenterê Hatayê yê TÎPê di saetên pêş êrişkirinê de mesajên telefonê yê Mûsa Orhanê ku tecawizî Îpek Era 18 salî kiribû û bibû sedema xwekuştina wê belav kiribû. Mûsa Orhan, bi sûcê "êrişa zayendî" hatibû girtin û piştre tehlîye bûbû.
Atayî, Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî bi peyama xwe ve etîket kiribû û gotibû, "Te rêze tecawizkarek parast. Ji bo ku tu qet ji bîr neke emê hewl bidin, heta emre te hebe di her firsendê de têxin bîra te."
Soylûyî jî bersiva peyama Atayî dabû û gotibû, " Tu bi fermana rêvebirên PKKê yên tecawizkar bû parlamenterê HDPê, tu bermayê DHKP-Cê û PKKê ye. Ji min nayê ez bibim 'parastvanê tecawizkar' lê ji te tê tu bibe tecawizkar... Parastvanê Tûmayê, hay ji xwe hebe neye girtin..."(TP/AY)