Bi şev êrişî avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Înegolê hate kirin. Di êrişa ku ji aliyê kesekî nasnameya wî nediyar ve hate kirin de, êrişkar kamera û camên avahiyê şikandin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê DEM Partiyiyên ku wê kêliyê nêzî avahiyê bûn êrişkar girtin û radestî polîsan kirin.
Bi agahiya êrîşê re rêveberên Rêxistina Navçeya Înegolê ya DEM Partiyê û endamên partiyê hatin ber avahiya navçeyê û bertek nîşanî êrîşê dan.
Hevserokê Bajar Denîz Buyuk li wir axivî û diyar kir ku êrîş êdî hatine rûtinkirin û tên organîzekirin. Her weha Buyuk xwestiye êriş bên eşkerekirin û li hemberî êrîşan ew ê paşve gav neavêjin. Buyuk bang li hemû saziyên demokratîk û gel kir ku tevlî daxuyaniya ku wê îro saet di 19:00 de li ber avahiya navçeyê ji bo protesto kirina êrîşê bidin, bibin.