Parêzerê malbata Rojin Kabaişê, Abdurrahman Karabulut diyar kir ku êriş, têkoşîna edaletê ya ji bo mirina Rojin Kabaiş armanc dike û bang li rayedaran kir.
Daxuyaniya parêzer Abdurrahman Karabulut a têkildarî êrişê weha ye:
"Apê Rojîn Kabaişê, miwekîlê min Ahmet Kabaiş, li Stenbolê rastî êrişa fizîkî ya çar kesên rûpoşkirî hatiye û di dema êrişê de gotine 'Dev jî doza Rojînê berdin!'. Êrişkaran, gotiye ku em ê bavê Rojînê, Nizamettin Kabaiş jî wekî te lê bînin û ji cihê bûyerê revîne. Miwekîlê min Ahmet Kabaiş niha bi ambulansê dibin nexweşxaneyê. Ez jî bilez niha diçim Stenbolê.
Ev êriş ne tenê li dijî malbata Kabaiş e, di heman demê de li dijî têkoşîna derxistina rastiyê ya di mirina Rojinê de û li dijî lêgerîna edaletê ye! Ez bang li dezgehên pêwendîdar dikim ku bila êrişkar demildest bên tespîtkirin û girtin, kes û têkiliyên li pişt êrişê bên ronîkirin û ewlehiya malbata Kabaişê bê misogerkirin. Ez di serî de hevkarên xwe yên parêzer, hemû baroyan, rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê û her kesê ku xwedî wijdan e, vedixwim ku piştgiriyê bidin malbata Kabaiş."
(Mİ/AY)
