Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Selçûk Ozdag, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê li pêş mala xwe rastî êrişa bi dar û çekan hatiye.
Hatiye dîyarkirin ku 5 kesan êriş birine ser Ozdagî û di encamê de Ozdag di dest û serê xwe de birîndar bûye. Li piştî êrişê Ozdagî rakirine nexweşxaneyê û dermankirina wî hê didome.
Serkan Ozcan, Berdevkê Partiya Pêşerojê derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihandiye û gotiye:
“ Îro di saet 12:15ê de birêz Selçûk Ozdag, Paralamenterê Berê yê Manîsayê û Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya me li pêş mala xwe ya Enqereyê bi dar û çekan rastî êrişê hatiye. Birêz Ozdagê ku rastî êrişa 5 kesî hatiye, di dest û serê xwe de bi awayekî ciddî birîndar bûye. Di dema bûyerê de şofêrê wî li wê derê bûye û ji bo dermankirinê ew bi lez biriye Nexweşxaneya Memorialê. Lêkolînên wezîfedarên me yên ewlehiyê didome. Em li bendê ne ku di zûtirîn deme de berpirsên bûyerê derxin holê û radestî dadgehê bikin.”
Ahmet Davûtoglû, Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê ku ji bo kongreya bajarî duh çûbû Mêrdîn ê. ji ber bûyerê bernameya xwe ya Mêrdînê di nîvî de hîştiye û diyar kiriye ku ew ê vegere Enqereyê. Her weha êriş weke “terora siyasî” bi nav kiriye.
(AÖ/AY)