Bombebarana Tirkiyeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh jî berdewam kir.
Duh li Qamişlo, Kobanê, Amûdê û Hesekê bi dehan cîh bombebaran kirin.
Tirkiye ji 23 û 24ê Kanûna Pêşiyê û vir ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî sivîlan, avahiyên pîşesaziyê û avahiyên rêveberiya herêmî êrîşên asmanî pêk tîne. Roja duşemê Tirkiyeyê li Miştenûrê ya li Kobaniyê, navendeke tenduristiyê bombebaran kiribû ku Doktorên Sînornenas (MFS) piştgirî dida wê navendê.
Di encama hemû êrîşan de heta niha 8 sivîl can dan û 18 sivîl jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) duh balafirên bêmirov ên biçek ên Tirkiyeyê, li Qamişloyê, Kobaniyê û Amûdê li çendîn xalên kontrole dane.
Li gorî nûçeya North Pressê, balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê li Kobaniyê dehlek û erdên çandiniyê bombekaran kirin.
Çavkaniyên herêmî ji North Pressê re ragihandiye ku balafireke bêmirov li başûrê bajêr, avahiyeke prefabrik kiriye hedef. Çendîn gundên Kobaniyê jî bûne hedef.
Li Dirbêsiyê jî xaniyê niştecihê bi navê Eşref El Kiya bûye hedefa balafirên bêmirov ên Artêşa Tirkan.
Ji bo 6 sivîlan li Qamişloyê merasîmek hate li dar xistin
North Pressê di nûçeyeke xwe de diyar kiriye ku ji bo 6 sivîlên roja Duşemê di encama êrîşên asmanî yên Tirkiyeyê de can dabûn, duh li Qamişloyê hatin binaxkirin.
Duh li Qamişloyê merasîmek ji bo wan pêk hat û bi hezaran kes tevî rêvebirên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî merasîmê bûn.
Mazlûm Ebdî: “Em derbasî qonaxeke metirsîdar bûn”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdiyî piştî êrîşên Tirkiyeyê daxuyaniyek da û diyar kir ku “Êrîşên Tirkiyeyê îro gihişitiye qonaxeke metirsîdar” û êrîş li dijî jêrxane û avahiyên sivîlan berfireh bûne.
Ebdiyî her weha diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê dibin sedema bilindbûna asta bêzarî û aloziyan û wê siyaseta komkujiyê daye ber xwe.
DYA: Divê êrîş rawestin
Li gorî nûçeyên ku medyaya Herêmê Kurdistanê belav kirine, Berdevkê Wezareta Kar û Barên Derve yê DYAyê li ser êrişên Tirkiyeyê diyar kiriye û gotiye, “Em ji ber van êrişên dawiyê yên li bakurê Sûriyeyê nîgeran in ku bûne sedema kuştin û birîndarbûna sivîlan.”
Li gorî heman nûçeyan, Berdevkî gotiye ku divê êrîş demildest rawestin.
Li gorî ANHAyê ji roja destpêkê heta niha Tirkiyeyê êrîşî van deveran kirine:
Di roja yekemîn a êrişan de 22 cih, navendên stratejîk, xizmetguzarî û bazirganiyê bi balafirên bê mirov ên bi çek hatin bombebarankirin.
Di roja duyemîn de jî 21 navendên stratejîk, xizmetguzarî û 10 bendên kontrolê hatin bombebarankirin.
Bîlançoya êrişên 48 saetan wiha ye:
Balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker ev dever bombebaran bombebaran kirin:
Gareceke erebeyan û şîrketek li Kobanê
Kargehek li taxa Eleya ya Qamişloyê, navendeke avakirinê li kembera bakurê bajarê Qamişloyê.
Çapxaneya Sîmav a li Hîzamê ya rojhilatê Qamişloyê.
Kargeha Zeytûnê ya Rohilat li navçeya Amûdê, hemwextî wê kargeha Nîskê ya li heman navçeyê jî bombebaran kir.
Kargeha Êm a Cezîre ya li taxa Meyselûn a Qamişloyê.
2 navendên dirûnkariyê li taxa Meyselûn a Qamişlo.
Holeke dawatan li navçeya Amûdê.
Taxên bajarê Kobanê û nexweşxaneya Miştenûrê.
Aşxane û depoya pembo ya li gundê Um El Fursan a rojhilatê Qamişloyê.
Gundê Şork.
Navenda avahîsaziyê li taxa Enteriye ya Qamişloyê.
Stasyona Botan "Cotkaran".
Kargeha oksîjenê ya yekane li Qamişloyê.
Malên li taxên rojavayê Kobanê û derdora daristana Kobanê.
Mezrea û çewlika mirîşkan a Kobanê-Helebê.
Şîrketa vexwarinan a El Nebe li Qamişloyê.
Qada li kêlek navenda şîrketa El Nebe ya li Qamişlo.
Aşxaneya genim a berê ya malbata Berakat a li Qamişlo.
Bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Qamişlo.
Şîrketeke avakirinê li rojavayê Qamişloyê.
7 bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li rojhilat, rojava û başûrê Kobanê.
Derdora depoyên genim ên li gundê Girê Ziyaretê Cûlî (Tûbiye), rojavayê navçeya girkê Legê ya kantona Cizîrê.
Kargeha savar a li başûrê Qamişloyê.
Benda kontrolê ya Nîmetlî li ser rêya Qamişlo-Tirbesiyê.
2 depoyên cil û bergan û sobeyan li taxa Elaya ya rojhilatê Qamişloyê ku bi 300 metre dûrî girtîgeha Elayayê ye.
2 bendên kontrolê li rojhilat û başûrê navçeya Amûdê.
Gundê Tawîle yê rojavayê navçeya Til Temirê ya bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê.
2 malên welatiyên Hekîm Hac Bekir û Eşref El Kiya li navçeya Dirbêsiyê ya bajarê Hesekê.
Cih û navendên navborî gelek caran hatin bombebarankirin.
Di êrişên roja duyemîn de windahiyên canî tune bûn.
(FD)