Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Êrîşên komeke rasgtir ên li ser xwendekarên Zanîngeha Stenbolê yên çepgir dewam dikin. Êrîşên navborî nêzîkî mehekê ne dewam dikin.
Xwendekarên ku êrîşên laşî û devkî li ser wan pêk tên daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û gotiye:
“Heta metroyan xwendekaran dişopînin û ji ber nasnameyên wan ên etnîk dijûnan li wan dikin, gefan li wan dixwin û heqaretan li wan dikin. Koma êrîşkan, bi gotinên nîjadperest hewl didin derbarê xwendekarên ji xwe re kirine armanc da zanyariyan bidest bixin.
“Alîkarê Serokê Konseya Xwendekaran jî di nava êrîşkaran de ye”
“Her weha hefteya borî li 6 xwendekar gefa kuştinê xwarin û nehiştin ew bikevin dibistanê û 25 endamên Ocaxa Ulkucuyan êrîşî wan kirin. Li ser medyaya civakî gefên xwe dewam kirine û gotine ew ê wan nexin dibistanê.
“Derketiye holê ku Alîkarê Serokê Konseya Xwendekaran di nava koma êrîşkar de ye û ji bo wî ji wezîfeyê biavêjin nivîs ji rektoriyê re hatiye nivîsîn. Lê polîsên sivîl û polîsên fermî em dorpêç kirin û nehiştin.
“Em ê ti carî serê xwe ji kesên dixwazin zanîngeh nebih cihên perwerde, nîqaş û guftûgoyên azad, zanistî û piralî û wan li gorî polîtîkayên xwe yên faşîst û zordest teşeyê bidin wan, wan bikin cih û warên nêrînên dogmatîk ên dijminê kurd, çepgir û demokrasiyê.
“Em bang li hemû partiyên siyasî yên demokrat û alîgirên azadiyê ne, rêxistinên civaka sivîl, kes û saziyan dikin û dixwazin xwedî li vê têkoşîna me derkevin û deng bidin dengê me.” (MT/RT/FD)