Êrîşeke nîjadperestî li dijî malbata edîtora bianetê pêk hat
![Êrîşeke nîjadperestî li dijî malbata edîtora bianetê pêk hat](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/282/659/original/ruken_tuncel.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Êrîş û tacîzeke nîjadperestî li dijî malbata edîtora bianetê Rûken Tûncelê pêk hat. Di dema êrîşê de Rûken Tûncel ne li mal bû lê derb li xwişka wê Sînem Tûncelê xistin û gef li dê û xalkî wê xwarin. Bûyer duh bi êvarê li Beylikduziyê ya Stenbolê ya ku malbata Tûncelê lê niştecih in pêk hat.
Sînem Tûncel û dêya xwe dema ji bazarê vedigeriyan, li ber deriyê apartmanê rastî cîrana xwe M. Y. yê hat. M. Y. yê li ber derî zimandirêjî li malbatê kir. Sînem Tûncelê ji M. Y. yê re got ku ew naxwaze bi wê re biaxive û M. Y. yê tû kir ser rûyê wê.
Malbata Tûncelê telefonî polîsan kir. M. Y. yê wê gavê got, “Polîs ji bo we nayên. Ez telefon bikim, bibinin bê çawa tên. Dewlet ez im, polîs ez im. Em ji Trabzonê ne, em ê we bişewitînin. Ev elewî, her tişt li ba we heye. Hûn tiryakê difiroşin, hûn eroînê bi kar tînin. Hûn diçin meşan, ev naşibe çûna meşan. Tifinga min a he, tifingek dikare karê we hal bike. Ez ê şerjora xwe vala bikim.”
Paşê keça M. Y. yê A. Y. yê jî êrîş kir û derb li Sînem Tûncelê da. A. Y. yê got, “Tu çawa bi dêya min re diaxivî, tu nikarî li ser dêya min biqîrî, ez ê we bikujim,”
Çû çekê bîne, cîran bûn asteng
Di dema êrîşê de niştecihên avahiyê derketine derve û A. Y. yê ji bo malbata Tûncelê got, “Ev terorîst in.” M. Y. yê jî got, “Ev ermenî in, ev terorîst in.”
A. Y. yê bi berdewamê gef li malbata Tûncelê xwar û got ku tifinga wan heye. Cîran ketine navberê û nehiştine A. Y. biçe mala xwe da ku tifingê bîne.
A. Y. vegeriya û kulmek li çeneya Sînem Tûncelê xist. M. Y.yê jî rahişt çoyekê û xwest li xaltîka Sînem û Rûken Tûncelê bide. Sînem Tûncel ket navberê û dar li piyê wê ket.
Cîran û xebatkarekî marketekê jî bûn şahide wê êrîşê û piştî tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê, êrîş bi dawî bû. Sînem Tûncel çû nexweşxaneyê û rapora derblêdanê wergirt.
Malbata Tûncelê paşê çûn navenda polîsan û giliyê M. Y. û A. Y. yê kirin. Her weha malbatê ji ber “hedefnîşandanê” giliyê cîraneke din a bi navê E. Y. Y. jî kir. Parêzera malbatê Destîna Yildiz jî di tevlî malbata Tûncelê li navenda polîsan kar û barên yasayî şopand.
Malbatê ji dozgeriyê biryara bergiriyê wergirt ku M. Y. û A. Y. nikaribe nêzîkî wan bibin. (HA/FD)
Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
![Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest](https://static.bianet.org/haber/2024/05/29/1-mayis-iddianamesi-savci-42-kisi-icin-567-yila-kadar-hapis-istedi.jpg)
Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye
![Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye](https://static.bianet.org/haber/2024/03/19/akin-gurleki-hedef-gosterdigi-iddiasiyla-yargilanan-ayca-soylemez-beraat-etti.jpg)
Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan
![Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan](https://static.bianet.org/haber/2024/02/26/basin-ilan-kurumu-azinlik-gazetelerine-2024-te-sadece-300-bin-tl-ayirdi.jpg)
Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da
![Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da](https://static.bianet.org/haber/2024/02/21/gezi-davasinda-mahkeme-yargitay-kararina-uydu-yapici-altinay-ve-ekmekci-beraat-etti.jpg)
Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê
![Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê](https://static.bianet.org/haber/2024/01/19/hrant-dink-oldurulusunun-17-yilinda-aniliyor-itiraz-ediyoruz-adalet-istiyoruz.jpg)