Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Êrîşeke çekdarî li dijî Parlamenterê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Karwan Gezneyiyî pêk hatiye. Gezneyî endamê Yekîtiya Niştimanê Kurdistanê (YNK) ye.
Li gorî nûçeya ku di Ajansa Mezopotamyayê de hatiye weşandin, êrîş duh di saetên êvarê de li navçeya Koyê ya Hewlêrê pêk hatiye.
Di dema êrîşê de endamekî hêzê emniyetê birîndar bûye lê tiştek bi parlamenteri nehatiye. Kesê birîndar, birine nexweşxaneyê. (NT/FD)