Êrîşeke çekdarî birine ser rojnameya Kocaeli Sesê
![Êrîşeke çekdarî birine ser rojnameya Kocaeli Sesê](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/223/212/original/ses.jpg)
Fotograf: Kocaeli Ses
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Êrîşeke çekdarî birine ser rojnameya Koaeli Sesê. Rojname him li ser înternetê tê weşandin him jî tê çapkirin. Êrîş saet di 05.00ê de pêk hatiye. Êrîşkaran neh gule bera avahiya rojnameyê dane.
Piştî êrîşê polis çûne cihê ku avahiya rojnameyê lê ye. Rojnameyê daxuyaniyek weşandiye û gotiye: “Cama deriyê pêşiyê yê avahiya me bi guleyan perçe perçe bûye. Hevalê/a me ya sekreter dema saetên sibehê diçe avahiyê rewşê dibine. Ekîbên lêkolînê yên polîsan lêkolîna xwe berdewam dikin. Em li bendêne ku failên vê êrişe kirêt û kustah demildest werin dîtin û her ku têkiliya wan bi kê re hebe bûyer were ronîkirin. Di encama êrîşê de ti kes birîndar nebûne, lê zirara madî heye.”
Çigit: Em weşaneke mixalif dikin
Îsmet Çigit, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê rojnameyê ji bianetê re got, “Tenê em weke mixalif mane. Ji qanûna efûyê heta koronavirusê, ji belavkirina maskeyan heta gelek bûyerên din, çi bûyerên em dibînin şaş in, em dinivîsin. Lê ji bilî vê ti rewşeke taybet nebû. Ji ber em weşaneke mixalif dikin, em li tella hin kesan didin. Ev jî dihêle ku em bibin hedefa wan kesan. Ez bi vê nêrînê lê dinêrim.” (HA/FD)
Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
![Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest](https://static.bianet.org/haber/2024/05/29/1-mayis-iddianamesi-savci-42-kisi-icin-567-yila-kadar-hapis-istedi.jpg)
Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye
![Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye](https://static.bianet.org/haber/2024/03/19/akin-gurleki-hedef-gosterdigi-iddiasiyla-yargilanan-ayca-soylemez-beraat-etti.jpg)
Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan
![Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan](https://static.bianet.org/haber/2024/02/26/basin-ilan-kurumu-azinlik-gazetelerine-2024-te-sadece-300-bin-tl-ayirdi.jpg)
Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da
![Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da](https://static.bianet.org/haber/2024/02/21/gezi-davasinda-mahkeme-yargitay-kararina-uydu-yapici-altinay-ve-ekmekci-beraat-etti.jpg)
Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê
![Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê](https://static.bianet.org/haber/2024/01/19/hrant-dink-oldurulusunun-17-yilinda-aniliyor-itiraz-ediyoruz-adalet-istiyoruz.jpg)