Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêvebirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamenterên Partiya Çepên Kesk, duh bi şev li çendîn bajaran li hev kom bûne û êrîşa li Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Omer Ocalanî bûye, protesto kirine.
Li gorî nûçeya MAyê, li dijî êrîşê, li Wan, Îzmîr, Enqere, Stenbol, Şirnex, Mêrdîn, Amed, Êlih, Çewlig û Agiriyê civînên çapemeniyê pêk hatine.
Hevberdevkên Partiya Çepên Kes Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin, Hevserokê KCDê Berdan Ozturk û Hevserokên DBPyê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir beşdarî bernameya li Rihayê bûne.
“Cudakarî li me bû”
Îbrahîm Akin li vir axiviye û êrîş şermezar kiriye:
“Ne tenê di şexsê Omer Ocalanî de; di nava sê mehên dawiyê de gelek êrîşên berbelav li me bûn, cudakariyeke zêde li me bû. Parlamenterên me di hemû aliyên jiyanê de ji bo nûnertiya gele me bikin û bibin şirîkî kul û derdên wan, têkoşînê didin.
Têkoşîna, heq, hiqûq, edalet û azadiyê, têkoşîneke bi wî rengî ye ku divê li her deran, bi taybet jî li erdnîgariya Kurdistanê bi lez û bez û bi girîngî bê dayîn. Êrîşên giran di serî de li gele kurd, li hemû gelan, siyasetmedaran, şoreşgeran, sosyalîstan dibin. Êrîşên gelekî xurt li jînparêzan dibin.
Em ê ti carî xwe radestî vê polîtîkaya şerî nekin ku li dijî xweza, mirovahî, hemû zindîweran tê pêşxistin.”
Bang li rayedaran kiriye
Çîgdem Kiliçgun Ûçarê jî gotiye; “Parlamenterê me Omer Ocalan û hevalên me yên ji Meclîsa Ciwanan, dema xwestin Hevşaredarê me yê Xelfetiyê Bozo Yilmazî di salvegera mirina wî de ango di 19ê Tebaxa 2022yan de bibîr bînin, polîs, cenderme û leşkeran êrîşî wan kir. Di dîmenan de xuya dibe ku li ser rûyê hemû leşkeran rûpoş hene.
“Li dijî vê êrîşê bêdengiyeke gelekî cidî heye. Demeke dirêj e zextên bi vî rengî li partiya me û parlamenterên me dibin. AKP vî tiştî dibêje, hûn hatin hilbijartin lê em ê nehêlim hûn kar bikin.
“Em bang li Wezîrê Karûbarên Navxweyî, Waliyê Rihayê, kesên ferman dane leşker û polîsan dikin ku em wan weke berpirsiyarê vî karî dibînin. Hûn sûcên gelek mezin dikin û hûn hevkarê vê ne. Serokê Parlamentoyê bi tenê gotinek jî negot, bêdengiya wî, wî kir hevkarê vî sûcî. Ew jî hevkarî vî sûcî ye.”
Piştî axavtinan demeke kurt çalakiya rûniştinê pêk anîn. (AS/FD)