Êrişa 'Ebu Zuhur'ê ya Îsraîlê tê çi wateyê?
Balafirên şerî yên Îsraîlê, sibaha 18ê Tebaxê li bakurê rojavayê Sûriyeyê, Balafirgeha Leşkerî ya Ebu Zuhurê ku bejahiya rojhilatê Îdlibê ye, kir armanc.
Li gorî agahiyên ku televîzyona dewletê ya Sûriyeyê spartine çavkaniyeke leşkerî, rêya firînê û depoyên baregehê bi heşt êrişên hewayî bûne armanc. Çavkaniyên herêmî û leşkerî behsa windahiyên canî nekirine, lê di tesîsê de zirara madî çêbûye.
Tişta ku vê êrişê ji aloziya di navbera Îsraîl-Sûriyeyê têdiperîne, ne ji ber cihê wê yê stratejîke, daxuyaniya Îsraîlê ya dawî ye. Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê îdîa kir ku berê bi rêveberiya Şamê re di qada ewlehiyê de li ser “parastina statukoyê” gihîştine lihevkirinekê. Îsraîlê rêveberiya Sûriyeyê bi wê yekê sûcdar kir ku destûr daye Tirkiyeyê da ku li baregeheke hewayî ya li derdora Helebê bicîh bibe. Her weha bi vê yekê jî lihevkirin xistiye bin metirsiyê.
Îsraîlê gef li Serokomarê Sûriyeyê Ahmed eş-Şara xwar
“Îsraîlê derbarê vê yekê de gelek caran Sûriye hişyar kir ku bicihbûneke bi vî rengî dê ji bo ewlehiya wan bibe gef. Sûriyeyê jî ev hişyarî paşguh kir ango weke bijardeyek negirt dest. Îsraîl dê li hember gefên li ser ewlehiya xwe toleransê nîşan nede û dê ji vegera bo statukoyê kêfxweş bibe. – Serokwezîriya Îsraîlê
Daxuyaniya Îsraîlê nîşan dide ku êrişa Ebu Zuhurê ne tenê ji bo Şamê, di heman demê de peyameke ji bo Enqereyê ye jî.
“Berî êrişê şandeya leşkerî ya Tirkiyê li baregehê bû”
Li gorî nûçeya El-Erebî el-Cedîd ku navenda wê li Londonê ye û bi erebî weşanê dike, rojek berê êrişê şandeyeke leşkerî ya ji Tirkiyeyê serdana Ebu Zuhurê kiriye.
Li gorî nûçeyê, şandeyê lêkolîn li ser xebatên yekem ên ji bo jinûve vekirina rêya firînê kirine. Çavkaniyan ji El-Erebî el-Cedîdê re îdîa kirine ku xebat hê di qonaxa destpêkê de ne, di nav baregehê de hin amûrên ragihandinê hene û li ser herêmê droneke keşfê ya cureyê Bayraktarê difiriya. Hat diyarkirin ku piştî vegera şandeyê ji herêmê, balafireke keşfê ya Îsraîlê li derdora baregehê firiyaye û êriş jî piştî çend saetan pêk hatiye.
Malbenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê ye jî îdîayeke weke vê derbirî.
Li hember vê yekê, rayedarekî Tirkiyeyê ji Axiosa ku navenda wê li DYAê ye re axivî û îdîaya hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Ebu Zuhurê qebûl nekir.
Daxuyaniya Îsraîlê ya ji bo Helebê: Civaka navneteweyî deyndarê Kurdan e ku li dijî DAIŞê têkoşiyan
Berteka Enqere û Şamê
Wezareta Karên Derve, êrişên hewayî yên Îsraîlê yên li ser Ebu Zuhurê “bi tundî” şermezar kir. Wezaretê, êriş wekî berdewamiya binpêkirina serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê pênase kir.
Serokatiya Têkiliyan a Serokomariyê jî îdîayên Serokwezîriya Îsraîlê yên derbarê Tirkiyeyê de red kir û diyar kir ku Îsraîl bi van gotinan dixwaze êrişên xwe rewa bike. Enqereyê destnîşan kir ku hevkarîkirina wan ya bi rêveberiya Şamê re ji bo jinûve avakirina kapasîteya dewleta Sûriyeyê ye.
Daxuyaniyên Şamê jî bi ya Îsraîlê ya derbarê “statukoyê” de nakok in. Ji Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê çavkaniyek dîplomatîk ji El Cezîreyê re gotiye ku di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de ti peymana ewlehiyê ya ku kapasîteya pêşxistina saziyên sivîl an leşkerî sînordar dike tune ye. Heman çavkaniyê îdîa kir ku Îsraîl ji wê yekê hatiye agahdarkirin ku li Ebu Zuhurê ti hêzên biyanî tune ne.
Daxuyaniya Tom Barrack
Nirxandina Nûnerê Taybet ê DYAê yê Sûriyeyê û Balyozê Enqereyê Tom Barrack ku ji Reutersê re kiribû, vê nezelaliyê bi awayekî berçav derdixe holê.
Barrack got ku êrişa Îsraîlê, “têgihiştineke rast an çewt” a di wê derbarê de nîşan dide ku Tirkiye dikare “di pêşerojeke nêz de hebûna xwe ya li vê baregehê zêde bike”. Bi gotineke din, Barrack tam piştrast nekir ku Tirkiye li ber bicihbûna li Ebu Zuhurê ye, lê got ku Îsraîlê îhtîmaleke bi vî rengî wekî gef dîtiye û ketiye nava tevgerê.
Îsraîlê gef li Serokomarê Sûriyeyê Ahmed eş-Şara xwar
Xala din a girîng di daxuyaniya Barrack de ew bû ku beriya operasyonê agahî nedabûn Enqereyê.
Balyozê DYAyî diyar kir ku rê li ber aloziyeke mezintir hat girtin û Washington hewl dide di navbera Tirkiye, Îsraîl û Sûriyeyê de mekanîzmayeke bihêztir ava bike da ku şer û pevçûn çênebe.
Çima niha?
Di pêvajoya êrişa Îsraîlê ya li ser ‘Ebu Zuhur’ê de sê dînamîk derdikevin pêş:
Yekem, hewldanên rêveberiya Şamê yên ji bo avakirina saziyên leşkerî û binesaziya xwe rojane şênbertir dibin.
Duyem, piştevaniya ku Tirkiye dide vê pêvajoyê êdî ji aliyê Îsraîlê ve ne tenê wekî bandoreke dîplomatîk, wekî hêmanek ku di paşerojê de dikare hevsengiya leşkerî biguherîne tê dîtin.
A sêyem jî ew e ku hevdîtinên ewlehiyê yên bi navbênkariya DYAê di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de têne kirin, hêj rûneniştine ku her du alî li ser gihîştibin lihevkirinekê.
Gelo Ebu Zuhur, berdewamiya krîza T4ê ye?
Xala ku êrişa ‘Ebu Zuhur’ê girîngtir dike ew e ku ev ne mînaka yekem e.
Di Nîsana 2025an de krîzeke weke vê li derdora Baregeha Hewayî ya Tiyas/T4ê ya li herêma navendî ya Sûriyeyê qewimîbû. Piştî nûçeyên ku dihat gotin Tirkiye amadehiyê dike ku li hin baregehên hewayî yên Sûriyeyê -di nav de T4 jî heye- hêzê bi cih bike, balafirên şerî yên Îsraîlê baregeh kiribûn armanc.
Herdu bûyer bi hev diçin û ev jî serincrakêş e. Di her duyan de jî baregeheke hewayî ya Sûriyeyê ku şandeyên leşkerî yên Tirkiyeyê eleqedar dibûn û jinûve çalakkirina wê di rojevê de bû, piştî demeke kurt bû armanca êrişa Îsraîlê.
Artêşa Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê êrîşên hewayî pêk anî
Aşkere ye ku rêveberiya Tel Avîvê difikire ku bicihkirina pergalên parastina hewayî yên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê dikare azadiya tevgerê ya ku balafirên şer ên Îsraîlê bi salan e hene, asteng bike.
El-Cezîreyê di 1ê Nîsana 2025an de ragihandibû ku çavkaniyeke ewlehiyê ya Îsraîlî êrişa T4ê di vê çarçoveyê de nirxandiye. Li gorî çavkaniyê, Îsraîlê peyam daye ku ew ê destûrê nede baregeheke hewayî ya ku Tirkiye bikaribe, operasyonên wan ên hewayî sînordar bike.
Ji ber vê yekê Ebu Zuhur dikare wekî mînaka nû ya xêta sor a ku li T4ê derketibû holê bê xwendin.
SURİYE-TÜRKİYE İLİŞKİLERİNDEN KAYGILI
İsrail Suriye'yi Türkiye'ye gözdağı için vurduğunu açıkladı
Metirsiya rastîn a êrişa Ebu Zuhurê
Îsraîl ne tenê li dijî wê yekê ye ku Tirkiye li herêmên nêzîkî sînorên xwe hebûna xwe ya leşkerî saz bike. Di heman demê de ji nû ve avakirina binesaziya leşkerî ya Sûriyeyê ji aliyê Enqereyê ve ji bo ewlehiya xwe wekî gef dibîne.
Li aliyê din, mijar ji baregeheke hewayî derbastir dibe. Îsraîl dixwaze ku pêvajoya ji nû ve biçekkirina Sûriyeyê û avakirina toreke birêkûpêk a parastina hewayî, li gorî ewlehiya wan bê sazkirin. Her çiqas piştevaniya leşkerî ya Tirkiyeyê ji bo artêşa Sûriyeyê zêde bibe, berjewendiyên herdu welatan bi taybetî li ser qada hewayî ya Sûriyeyê dê li bin goyê hev bikevin.
Îsraîlê bersiva Erdoganî da: “Em ê dersa exlaqê ji Erdoganî nestînin”
Di bereya dîplomatîk de jî êrişa Ebû Zuhurê dikare hevdîtinên ewlehiyê yên di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de li şûna ku bi dawî bibe, pir tevlîhevtir bike.
Rêveberiya Şamê naxwaze ku mafê jinûve avakirina artêş û bineziya xwe ya leşkerî ji aliyê derve ve bê sînordarkirin. Îsraîl jî dixwaze di her rêziknameyeke ewlehiyê ya ku bê çêkirin de, ew kapasîteyên leşkerî yên ku ew wekî gef dibîne, ji destpêkê ve bên sînordarkirin. Ji ber vê yekê, di holê de wêneyek heye ku alî li ser tişta ku ji «statuyê» fehm dikin jî li hev nekirine.
Rîska rastîn a ku di Ebu Zuhurê de derket holê ev e: Sûriye êdî ne tenê qada nakokiyên dîplomatîk e; vediguhere qadeke bi rîsk ku leşkerên Tirkiye û Îsraîlê rasterast bi hev re rûbirû bibin û hesabên çewt lê çêbibin.
(VC/AY)
D.K.ê ku li Mêrdînê îşkence lê hatibû kirin serbest bû
Mîtînga 1ê Gulanê ya li Kadıkoyê: "Em ê mafên xwe bi hev re biparêzin"
2EMÎN SALA ERDHEJÊN 6Ê SİBATÊ
Saet di 04.17an de Antakyayî daketin kolanan: “Me rıhna nıhna hon”
Li Defneyê bernameyeke bîranînê pêk hat: “Em ji bîr nakin, em ê lêneborin”
Celalettîn Can tehliye bû