Foto: Eylem Lodos / Evrensel
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Eskîşehîrê êrîşa çekdarî ya li ser buroya parêzer Heval Yildiz Karasûyê ya li Odûnpazariyê, hatiye protestokirin.
Êrîş duh pêk hatibû û li gel êrîşa çekdarî, li ser dîwarê avahiya ku buro lê ye, hatibû nivîsandin ku “Em li Odûnpazariyê HDPyiyan naxwazin”.
Parêzer û nûnerên rêxistinên mafên mirovan, li cihê ku êrîş çêbûye kom bûne û gotine, bi êrîşa li ser Karasûyê re tê armanckirin ku derdorên muxalif çavtirsandî bikin.
Metîn Feyzîoglû, Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê jî bi peyamekê êrîş şermezar kiriye û gotiye ku, êrîş li hemberî dewleta hiqûqê çêbûye.
"Ji ber navê min ev êrîş çêbûye"
Foto: Ajansa Mezopotamyayê/Twitter
Parêzer Karasûyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî behsa bûyerê kiriye û bertek nîşan daye:
“Îro kesên ku naxwazin ez li wir bim, heke li dijî vê êrîşê deng neyê derxistin, sibê wê ji ber sedemeke din hempîşeyeke/î min bike hedef.
“Êriş ne birine ser mala min, lê birine ser buroya min. Lewre ez dil dikim ku baro û hempîşeyên min, parêzer gotinekê bikin û bibêjin kes nikare li pêşiya me bibe asteng, da ku em karê xwe bi awayekî azad bikin. Dîsa dil dikim ku piştgiriyê bidin min.
“Nivîsandina navê Heval a li navenda Odûnpazariyê ew nerihet kiriye. Navê min bi kurdî ye. Navê min di heman demê de ronahiya min e. Ez armanc dikim ku bêyî cidaxwaziyê bikim, bijîm.”
Li ser navê HDPyê Berdevka Komisyona Hiqûqê û ya Mafên Mirovan Ayşe Acar Başaranê daxuyaniyek belav kiriye û gotiye ku, têkiliya êrişê bi zimanê nefretê yê siyasetmedaran re heye. (EKN/FD)