Ji bo nûçeyên Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Êrîşek li ser kampa Atmeyê ya li ser sînorê Sûriyeyê hatiye kirin ya kêm 20 endamên Artêşa Azad a Sûriyeyê hatine kuştin.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê(AA) şahidhalan dane zanîn ku ya kêm 20 kes hatine kuştin.
AAyê daye zanîn ku DAIŞê li ser hesabên xwe yên fermî eşkere kiriye ku ew êrîş wê kiriye.
Wêne: arşîva AAyê
Kampa Atmeyê nêzîkî kîlometreyekê ji sînorê Tirkiyeyê dûr e. Atme yek ji navçeyên Îdlibê ye. Penaberên ji şerê Sûriyeyê reviyayîn di wê kampê de dijîn.
Nêzîkî 80 hezar niştecihên kampê hene. (NV/MB)