Di çarçoveya lêpirsîna kuştina Berbirsê Weşana Giştî yê Agosê Hrant Dink de Ergun Yilmaz ku wê demê li Mudiriyeta Îstixbarata Leşkerî yê Şaxa Trabzonê de dixebitî, hat girtin.
Li gorî nûçeya Agosê Yorulmazê ku di çarçoveya lêpirsîna kuştina Hrant Dink de hatibû binçavkirin, sewqî Dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê hat kirin.
Yorulmaz piştî îfadedayîna li dozgeriyê, bi biryara dadgehê ve duh (7ê Tîrmehê) hat girtin.
Çi bûbû?
Di çarçoveya lêpirsîna cinayeta Dink de, hatibû tespîtkirin ku hin xebatkarên leşkeriyê dema Hrant Dink tê kuştin li cihê bûyerê bûne.
Dozgeriyê hin telefonên wan leşkeran ku eşeqeya wan bi cînayetê re hene lêkolîn kirine û di encamê de derketiye holê ku serbazekê bi navê M.D. di nav wan kesan de axaftina telefonan, kordîne dike.
Dozger Gokalp Kurkçu ku di meha çileya borî de dosye ji destê wî hatibû hildan û di 29ê Tîrmehê de careke din ji bo lêpirsînê hat wezîfedarkirin.
Piştî wê yekê serbaz M.D. di çarçoveya hewldana derbekirinê de hat binçavkirin û piştre jî hat girtin.
Di çarçoveya lêpirsînê de; di 27ê Tîrmehê de 4 leşker, keseke xwediyê weşanxaneyê hatin girtin, di 30ê Tîrmehê de Mudirê Îstixbarata Leşkerî yê Trabzonê yê wê demê Metin Yildiz jî tê de 20 leşker hatin binçavkirin, 3ê Tebaxê de çawîşê pispor yê bi navê Abdullah Dinç jî hat girtin.
Di 6ê Tebaxê de Fermandarê Leşkerî yê Trabzonê Alî Oz û wezîfedarên îstixbaratê Adnan Acar û Mûsa Yildirim hatin girtin.
(EA/YO)