Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şaxa TEMê ya Stenbolê ji bo îfadeyê bi telefonê bang li parêzer Eren Keskîn, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan kiriye. Keskînê dema ku sedema îfadeyê pirsîye, bersiva “Dema hûn hatin Midûriyeta Polîsan dê hûn agahiyê bigirin” hatiye dayîn. Keskîn di 13ê Îlonê de çûye Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.
Keskîn dema çûye Şaxa TEMê di destpêkê de “ecebmayî” bûye.
Ji ber ku polîsê wezîfedar ji Keskîn rasterast pirsîye ku, "Tu ji kîjan rêxistinê yî?" Keskînê anî ziman ku ew parazvana mafên mirovan e, ne endama rêxistinê ye û diyar kiriye ku li ser navê ÎHDê çûye wir.
Piştî demekê, peywirdarên girêdayî Şaxa TEMê bi peywirdaran re ketin têkiliyê.
Keskîn got, “Ji xwe ez li wir ecêbmayî bûm. Ji ber ku ji ber tweeteke ne ya min e, xwestin îfadeya min bigirin."
Di rastiyê de ev du sal berê çêbû.
Di Tebaxa 2020an de ji hesabê xweya medyaya civakî ev tweet şandiye:
“Bi salam berê beriya Mûsa Orhan Mûsa Çîtîl hebû. Di salên 90î de li Mêrdînê fermandar bû. Ji ber sûcê êrîşa zayendî ya li dijî Ş.Eyê dihat darizandin û beraat kir. Piştre li Sûra Amedê fermandar bû.
Bikarhênera bi navê "Sabya Altinsay" ku nas nake kîye, bersiva Keskîn daye û gotiye, "Qey ew hîn sax e" di bersivê de nîşaneyeke teqemeniyê heye.
Welatiyekî ji Aydinê bi dîtina vê bersivê re li CIMERê gilî dike û gotiye min "nîşaneya kuştina Mûsa Çîtîlî" girtiye.
Eren Keskin kî ye?
Parêzer e. Nivîskara Ozgur Gundemê ye. Demekê bûbû Herberpirsa Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê.
Ew demek bû Alîkara Serokê Giştî ya Komaleya Mafê Mirovan (KMM) û piştre jî bûbû seroka şaxa Stenbolê.
Ew weke mafparêzekê hêjayî gelek xelatan hatiye dîtin: Xelata Aştiyê ya Aachenê (2004), Xelata Diristî û Wêrektiya Polîtîkayê ya Theodor Haeckerê (2005).
(EMK/AY)