Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Derbarê Berpirsa Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê ya berê Eren Keskin û Mudira Karên Nivîsan ya berê Reyhan Çapan de nihajî ji ber nûçeyên di nushaya 10ê Adarê ve doz hat vekirin.
Eren Keskin bi hinceta “pesna sûcdaran daye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” îfade da û piştre got: “Ez di wê baweriyê de me ku azadiya raman û xweîfadekirinê bêyî gefxwarina li hemberî kesî, bêsînor e. Ev rojnameya ji azadiya ramanê di bin zext û zordariyê de ye. Îro salvegera kuştina Mûsa Anter e û ew nivîskarê herî kevin yê rojnameyê bû. Faîlên wî hê jî nehatine dîtin. Ez van sûcan qebûl nakim. Ev nûçeyana li her derê hatibûn weşandin. Ji ber ku dest danîne ser ewraqên rojnameyê, ji ti tiştî agahiya me nîn e.”
Dozê taloqî 29ê Kanûnê kirin.
Ji ber nûçe û makaleyên di rojnameyê derbarê Keskin û Çapan de bi hinceta “propagandaya rêxistinê kirine 3 sal û 9 meh cezayê hepskirinê hatibû dayîn.
Herwiha dema ku rojname hatibû girtin jî polêsan avêtibûn ser mala Eren Keskin, lê wê demê ew li malê nebû piştre çû îfade da û bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.
Derbarê Keskin û Çapan de hêjî gelek lêpirsîn dewam dikin.
(EA/YO)