Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Berpirsa Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê ya berê Eren Keskin û Mudura Karên Nivîsê Reyhan Çapan îro ji 6 dozên cuda hatin dadkirin.
Keskin û Çapan îro ji 6 dozên cuda hatin dadkirin. Ji wan dozan yek bi hinceta “poropagandaya rêxistinê kirine”, 3 bi hinceta “heqarêt li serokwezîr kirine”, 2 jî bi hinceta “TCK 301 (tirkbûnî û saziyên dewleta tirk rûreş kirine” hatine vekirin.
Ji ber nûçeyên weşandî tên dadkirin
Derbarê Keskin û Çapan de ji ber nûçeyên “Li Cizîrê wehşeta dewletê tê qeydkirin”, “Berxwedana Sûrê belav dibe”, “Eger berxwedan belav bibe wê AKP têkbiçe”, “Çalakiyên misîlemeyê didomin”, “YPS-Gever hat îlankirin”, “Ji bo Botanê banga tevlibûna berxwedanê”, “Rojhilat bi serhildanan dibin dengê Kurdistanê” ku di 2ê Sibata 2016an de di Ozgur Gundemê de hatibûn weşandin ve bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” tên darizandin.
Eren Keskin di axavtina xwe ya li rûniştina dozê de got: “Dewlet bi PKK yê ku îro dibeje rêxistina terorê ye re hevdîtin pêk anî. Wê demê ev nûçeyana sûc neb ûn. Lê ji ber ku îro pêvajoya muzakereyê xelas bûye îro doz hatine vekirin.
“Eger fikrê mirovan derkevin holê wê şer jî bi dawî bibe.”
Reyhan Çapan jî di axavtina xwe de got ku ew nivîsana hêjayê nûçeyê ne û got: “Ji ber weke nûçe tên bi navkirin me jî weşandin. Divê ev yek di warê azadbûna çapemeniyê de bêtin nirxandin.”
Rûniştina vê dozê taloqî 26ê Çileyê hat kirn.
Parêzerê Erdogan: “Di nivîsê de heqaret heye”
Derbarê Eren û Keskin de ji qeynî wê yekê 3 dozên bi hinceta “heqarêt li serokwezîr kirine” û 2 dozên bi hinceta “TCK 301 (tirkbûnî û saziyên dewleta tirk rûreş kirine” jî hatine vekirin. Rûniştina dozên “heqaretê” li 2. Dadgeha Asliye Cezayê hatin dîtin.
Parêzerê Tayyip Erdogan di dozê de îdia kir ku di naveroka nûçeyên 27 û 30ê Kanûnê de li Ozgur Gundemê de hatine weşandî de li serokomar heqaret hatiye kirin. Dadwer jî daxwaza mudahilbûna Erdogan qebûl kir.
“Rûreşkirina hêzên dewletê”
Keskin û Çapan ji ber nûçeyên ku di 21-22-25ê Kanûnê de li rojnameyê de hatin weşandin bi hinceta TCK 301 (tirkbûnî û saziyên dewleta tirk rûreş kirine”
Rûniştina van dozan jî li 2. Dadgeha Cezayê Giran hat kirin.
Keskin û Çapan xwestin ku ew nûçeyana di warê azadbûna çapemeniyê de bêtin nirxandin. Ev dozana jî taloqî 3ê Sibatê hatin kirin.
(EA/YO)