Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnamegerekê bi navê Cemal Kaşıkçı [Jamal Khashoggi] piştî çûyî Balyozxaneya Erebistana Siûdiyê ya li Stenbolê, bêserûşûn bûye, balyozxaneyê diyar kiriye ku rojnameger ji avahiya wan derketiye.
Balyozxaneyê li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kiriye ku “piştî [Cemal Kaşıkçı] ji balyozxaneyê derketî heke winda bûbe, balyozxane dê bi hevahengiya digel hêzên herêmî û bira şopa wî biajo.”
Rojnamegerê navborî ji bo rojnameyeka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya bi navê Washington Post dinivîsî.
Ji roja sêşemê Cemal Kaşıkçı çûye Balyozxaneya Erebistana Siûdiyê ya li Stenbolê û ji hingê ve ti agahiyên li ser rojnamegerî nehatine zanîn.
Tirkiye û DYAyê diyar kirine ku ew ji bo dîtina rojnamegerî kar dikin.
Rojnamegerê 59 salî li rojnameya Washington Postê nûçeyên li dijî prensê Erebistana Siûdiyê, Muhammed bin Selmanî dinivîsî. (AS/MB)
Wêne: Şebnem Coşkun – Stenbol / AA