Wezîrê Karên Derva yê Erebistana Siûdî Adil el-Cubeyr ji bo guftûgoya bi Îranê ra şert û şûrtên welatên xwe diyar kiriye.
El-Cubeyr: "Dev ji wê piştevaniya didin terorê, polîtîkayên xerakirinê û mudaxaleya kar û barên navxweyî yên welatên Ereban berdin. Çêtirkirina bernameyên çekên kîmyayî û moşekên balîstikê bidin sekinandin."
Berdevkê Hikûmeta Îranê Elî Rebîîyî di daxuyaniyekê da gotiye: "Heke Erebistana Siûdîyê hewlên xwe ji dil û can bigûherîne wê demê em ê jî bi kêfxweşî ji hevdîtinê razî bin." û li ser vê jî Cubeyr ji ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da.
Wezîrê Karên Derva yê Erebistana Siûdî Cubeyr ragihand ku ji alî Îranê tu nameyeke bi naveroka hevdîtinê be negihîşt wan û di tweetên nivîskî da jî şert û şûrtên welatê xwe parve kir.
Daxwazên Erebistana Siûdîyê ya ji Îranê ku Wezîrê Karên Derva yê Erebistana Siûdî Cubeyr yek bi yek nivîsî ev in: "Dev ji wê piştevaniya didin terorê, polîtîkayên xerakirinê û mudaxaleya kar û barên navxweyî yên welatên Ereban berdin. Çêtirkirina bernameyên çekên kîmyayî û moşekên balîstikê bidin sekinandin. Wekî dewleta serhildêr a ku piştevaniya terorê dike tevnegerin wekî dewleteke asayî tevbigerin. Erebistana Siûdî der barê Yêmenê da bi Îranê ra hevdîtin nekiriye û wê neke jî. Yêmen bi hemû aliyên xwe va karê şêniyên Yêmenê ye. Sedema qeyrana li Yêmenê rola Îranê ye. Îran jî vê rejima li Yêmenê jî tiştê herî dawîn ên ji bo Yêmenê bixwazin aştî û aramî ye."
Îranê heta niho li ser daxuyanîyê ti bersiv nedane. (MB)
Abdullah Tel |AA