Fotograf: Halil Sağırkaya / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomarê Tirkiyeyê tedbîrên nû yên ji bo pêşî li belavbûna koronayê ango Covid-19ê bigire ragihand.
Li gorî van tedbîran rojên şemî û yekşeman wê derketina derve di navbera saet 10.00 û seat 20.00ê de serbest be. Ji bilî van saetan wê destûra derketina derve neyê dayîn.
Erdoganî piştî Civîna Kabîneya Serokomariyê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Erdoganî diyar kir ku eger belavbûna vîrusa koronayê weke rewşa niha bilindbûna xwe bidomîne ew dê neçar bimînin tedbîran bînin rojevê û got: “Bi şêweyek ku zincîra berhemanînê berdewam be dê dawiyên hefteyan ji bilî ji seat 10.00 heta 20.00ê sînordarkirina derketina derve bê cîbicîkirin.”
Erdogan herwiha da zanîn ku ew sînordarkirina derketina derve ya ji bo kesên 65 salî û mezintiran dê ji bîlî xebatkaran ji yê 20 salî biçûktir jî pêk were:
“Sînema bi awayekî guncav ji daxwaza sektorê re wê heta dawiya salê girtî bin. Saetên kar ên kargehên weke firoşgehên mezin, market, restoran, berber û kuafor wê ji saet 10.00 heta 20.00ê be. Restoran û kafe tenê wê bi awayê pakêt servîs bixebitin.”
Her weha wê dibistan jî heta dawiya salê perwerdeyê bi awayekî online bidin. (EKN/FD)