Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan serokê zanîngeha Weqfa Kulturê ya Antalyayê Prof. Dr. Hayatî Aktaş ji karê wî derêxistiye.
Serokkomarî ji bo sê zanîngehan jî sê serokên nû erkdar kirine.
Seroka Zanîngeha Ozyegînî dîsa bûye Prof. Dr. Feride Esra Gençturk, serokê Zanîngeha Bilkentê dîsa bûye Prof. Dr. Abdullah Atalar. Ji bo Zaningeha Gedikê ya Stenbolê Prof. Dr. Zafer Utku hat erkdarkirin.
Biryara serokkomarî li Rojnameya Fermî hatiye weşandin.
Serokê Fakûlteyekê ji karî hatiye derêxistin
Saziya Perwerdeya Bilind(YOK) biryar daye ku serokê Fakûlteya Tibê ya Cerrahpaşayê, Prof. Dr. Alaattin Duran ji karî biavêje.
Wekîlê ji Partiya Kaomarê ya Gelî(CHP), Alî Şekerî agahiya vê biryarê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsîye.
Alî Şekerî diyar kir ji ber ku duhî(24ê Gulanê) berbijarê serokkomariyê Muharrem Ince çûye wê fakûlteyê û serokê fakûlteyê destûra vê yekê daye ew ji karê wî hatiye derêxistin.
(BK/MB)