Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Namzetê Serokomariyê yê Tifaqa Komarparêz Recep Tayyîp Erdogan tevî hevjîna xwe Emîne Erdoganê li Uskudarê, navçeya Stenbolê, li Dibistana Navîn a Saffet Çebiyî dengê xwe bikar aniye.
Erdogan dema ber bi polê ve çûye ya ku wê dengê xwe lê bikar bîne, bi zarok û welatiyan re fotoğraf kişandine û pere dane zarokan.
Piştî ku dengê xwe daye, Erdoganî gotiye; “Arezûya min ew e ku êvarê piştî hejmartinê, ji bo welatê me, gele me, ji bo demokrasiya tirkan ez siberojeke bixêr ji Xwedayê xwe dixwazim. Ji bo nîşandana hêza demokrasiya tirkan gelekî girîng e ku hemû hilbijêrên me bêyî bikevin nava ti metirsiyekê de, heta saet 17.00ê êvarê dengên xwe bidin. Ez serkeftinê ji hemû serok û endamên lijneyên sendoqan re dixwazim.” (RT/FD)