Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê Recep Tayyîp Erdogan piştî hevdîtina bi Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê re, civîneke hevbeş a çapemeniyê çêkirine.
Adil Yigit, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Avrupa Postası bi tîşortê ku li ser “Azadî ji rojnamegeran re” nivisiye, beşdarî civînê bûye, lê polîsan ew ji salonê derxistiye.
Piştî ku Erdogan û Merkelê daxuyaniyên xwe dane, pirsên rojnamegeran bersivandine. Rojnamegeran rewşa Can Dundar berpirsê berê yê giştî yê weşanê yê rojnameya Cûmhûriyetê pirsî ne.
Dundarî pêşiyê gotibû ew ê beşdarî civîna çapemeniyê bibe û pirsên xwe li Erdoganî bike. Lê beriya civînê bi demeke kurt, Dundarî aşkere kiriye ku dibe Erdogan wî bike hincet û civînê betal bike, ji ber wê jî ew beşdarî civînê nabe.
Merkel: Dundar bi daxwaza xwe nehatiye
Rojnamegerekî ji Erdoganî û Merkelê çareseriya wan a ji bo welatiyên Almanyayê yên li Tirkiyeyê girtî, digel akredîtasyona wî hebûye çima Can Dundar beşdarî civînê nebûye û gotinên Erdoganî yên li ser Almanyayê pirsî ye. Erdoganî, beriya biçe Almanyayê gotibû “bermahiyên Naziyan”.
Merkelê gotiye ku Can Dundar bi xwe biryara xwe daye û beşdarî civînê nebûye. Ji bo gotinen Erdoganî yên derbarê Naziyan de jî diyar kiriye ku “hin bûyer hene em gihiştine encamê. Ez bawer dikim ku bûyerên mane jî em ê bi hev re çareser bikin.”
Erdogan: Can Dundar sîxur e
Erdoganî ji bo welatiyên Almanyayê yên li Tirkiyeyê girtî ne wiha gotiye: “Daraza Tirkiyeyê kesên ku divê bên berdan, berda ne. Ez navan nabêjim.” Ji bo Dundarî jî wiha gotiye:
“Weke hûn dizanin ku Can Dundar sîxur e, kesekî ku razên dewletê aşkere kiriye û ji 5 salan heta 10 salan ceza xwariye. Ew hatiye Almanyayê. Ev kes, li gorî daraza Tirkiyeyê mehkûm e. Ajan e. Razên dewletê aşkere kiriye.
“Di navbera me û Almanyayê de peymana pevguhertina sûcdaran heye. Mafê me yê herî xwezayî ye ku em daxwaza van sûcdaran bikin û me ev xwest jî. Heke ku Almanya tiştekî wiha ji me bixwaze em jî neçar in bidin. Rastiya meseleyê ev e.”
“Daraz serbixwe ne”
Ji Merkelê hatiye pirsîn ku “Ew ê ji bo endamên PKK û FETOyê yên li Almanyayê dijîn, rêyeke çawa bê meşandin?” Merkelê gotiye: “PKK û çalakiyên wê li Almanyayê hatine qedexekirin. Em mijara FETOyê jî bi awayekî cidî dinirxînin lê pêwistiya me bi zanyariyên zêdetir heye.” (TP/FD)