* Foto: Murat Kula – Konya / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê li Konyayê di mitînga partiya xwe de axivî ye.
Erdoganî di axavtina xwe de derbarê Sezaî Temellî, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî û Meral Akşener, Seroka Giştî ya İYİ Partiyê de axivî ye.
Erdogan wiha gotiye:
“Bicehime li wir bijî”
“Ew zilamê ku bêbingeh e, ne kurd e, lê kurdan ji xwe re bi kar tîne. Ma li Tirkiyeyê herêmek bi navê Kurdistanê heye? Heke ku tu Kurdistanê meraq dikî, li bakurê Iraqê Kurdistan heye, bicehime biçe li wir bijî. Hûnê nikaribin xaka Anadolûyê perçe bikin.
“Bêterbiye, çi ferqa te ji wiyê Zelandaya Nû heye, hûn weke hev in. Dibêje, hûnê nikaribin li li hêla Ewropayê bijîn. Hey bêexlaq, ma hêza te ji vê re heye?”
“Yekî weke wî terorîstî li Tirkiyeyê jî heye”
“Di wê rewşa ku di hilbijartinê de valahiyek derkeve wê derfet ji bo kesên hesabên wan li ser welatê me û miletê me çêbibe. Mîna wî terorîstê ku li Avûstûralyayê axivî ye, li Tirkiyeyê jî yek heye.
“Ez bang li welatiyên xwe yên CHPyî dikim ma hûnê heta kengî dengên xwe bidin vî zilamî. Her tişt aşkere ye. Dibêje terora çavkaniya xwe ji cîhana îslamê disîne, me heta îro nekarîbû bi rojava re bida famkirin, xuya ye me nekarîbû bi te jî bidin famkirin.”
“Ev rojên te yên xweş in”
“Yek di nava wan de heye, qaşo xanim e, nûnera konseya welêt, dibêje piştî 15ê mehê ez ê bibim Serokwezîr. Ma bû?
“Ev rojên te yên xweş in, te wisa nîşan da ku ew gotinên Erdoganî negotibûn weke ku gotiye nîşan daye. Wê di eslê xwe de wê hesab li te bê birîn. Ez çawa dikarim ji gelê xwe re bibêjim terorîst? Heke li vî welatê edalet hebe tu yê vî hesabî bidî.
“Bay Kemalê ku têkiliya we bi hev re heye, bi wekîltiya xwe bawer dibe. Ez lêkolîna derbarê wî de bi parêzerên xwe didim kirin. Piştî hilbijartinê li hêlekê bi rêya parlamentoyê li hêlekê jî bi rêya dadê em ê biçin ser vî karî.” (AS/FD)