Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Recep Tayyîp Erdoganê serokkomar, duhî li bernameya fetara parlamenteran axivî û got:
‘’ Tişta divê bi lez û bez hûn ji bo wê gavên guhertinê bavêjin, destûrnameya heyî ya parlamentoyê ye. Ew hima bêje xebatên parlamentoyê paşverû dike. Divê em ji vê paşverûtiyê xelasbibin.’’
Sûriye
Erdoganî diyar kir ku ew destûrê nadin li bakurê Sûriyeyê pêkhateyek çêbe.
‘’Em ê îmkanên xwe yên leşkerî, dîplomatîk û sîyasî bi kar bînin û destûrê nedin li ser sînorê Sûriyeyê tehdîdeka li ser siberoja welat û gelê me çêbibe. Em ê heta hetayê li dijî vê yekê bin. Kî jî be em ê destûrê nedin li bakurê Sûriyeyê pêkhatîyeka bi vî rengî pêk bê.‘’
Têkilîyên digel YEyê
‘’ Tirkiye ne miletek ji rêzê ye, ne dewletek ji rêzê ye. Ew gotinên wek ez nizanim ew ê heta [salên] 3000an bimînin û hwd... Bila ti kes hedê tehemila me neceribîne.’’(YY/MB)