Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Fermandarê ku berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ye, Adrian Gallovayî eşkere kir ku di operasyona li ser Efrînê de sivîl jî têne kuştin. Erdoganî ji bo fermandarî gotinên “ho bêexlaqo” û “ho bêwijdano” gotin.
Adrian Gallovayî ji televizyona El Hûrra re gotibû:
“Em dibînin ku rewşeka welê çêbûye sivîl dimirin û ji ber pevçûnan ew nikarin li malên xwe vegerin.”
Erdoganî got:
“Divê em demildest navenda Efrînê dorpêç bikin û têkiliyên wê yên bi derve re qut bikin.
“Înşallah em ê di demekê kurt de Efrînê paqij bikin û bi hezaran niştecihên wê derê li wê derê vegerînin.
“Duhî ji xwe ve berdevkê Wezareta Parastinê çûye, bêyî şerm û fihêt bike gotiye sivîl dimirin û nikarin li mala xwe vegerin.
“Ho bêwijdano, ho bêexlaqo li Gutayê her roj bi hezaran jin û zarok tên kuştin tu ji vê yekê aciz nabî...”
Çi bûbû?
Hêzên Çekdar ên Tirkan, TSKyê bi daxuyaniyekê di 20ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê de ragihand ku wan dest bi operasyoneka li ser Efrînê kiriye. Artêşa Azad a Sûriyeyê(ASA) ji bo operasyonê hevpeymana TSKyê ye.
Navê operasyonê "çiqilê zeytûnê" ye.
Di 21ê Kanûna Paşiyê de berdevkê Yekîneyên Parastina Gel, Birûsk Hesekê ji Reutersê re gotiye: "9 kes mirine; 6 ji wan siîl in û 3 şervan in."
6 hezar û 400 leşkerên TSKyê beşdarî operasyonên bejayê û hewayî bûne.
Navenda Çavdêriya Li Mafên Mirovan a Sûriyeyê(SOHR), di 21ê Kanûna Paşiyê de da zanîn ku di operasyonan de 11 sivîl mirine.
bianetê roj bi roj bûyer şopand. Nûçeyên giring ên li ser operasyonê me li vê derê berhev kirin.
(EKN/MB)
Wêne: Raşit Aydoğan - Enqere / AA