* Fotoğ: Cem Öksüz - Konya/AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê di çarçoveya bernameya yadkirina Mevlanayî de ji bo bernameya “Şeb-i Arûsê” li Konyayê axivî ye.
Erdoganî weke di dema mitînga xwe ya roja Şemiyê li Denizliyê û ya duh jî li Stenbolê çêbûye de behsa çalakiyên parka Geziyê kiriye û bi ser Kemal Kiliçdaroglû Serokê CHPyê û Fatih Portakal pêşkêşvanê bultena nûçeyan de çûye. Erdoganî ji Portakalî re gotiye “Heke ku tu sînorê xwe nizanibe ev gel wê patika te biteqîne”.
Ji Portakalî re gotiye: Ev gel wê patika te biteqîne
Erdoganî di axavtina xwe de wiha gotiye:
“Mîrze Kemal bang dike ku derkevin kolanan. Hin kes hene derdikevin, navê wan pirteqal e mandelîne ye yan narinciye ye, bang dike ku derkevin kolanan.
“Sînorê xwe bizanibe. Heke ku tu sînorê xwe nizanibe, ev gel wê patika te biteqîne. Li vî welatî mi gelê min, bi rûmeta wî nikarin bilîzin.”
Fatîh Portakalî çi gotibû?
Portakalî şeva 10ê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) di bultena nûçeyan de wiha gotibû:
“Ka wer in em bi hev re, zêdekirina bihayan, zêdekirina bihayên gaza sirûştî bi çalakiyeke aştiyane protesto bikin. Ka wer in, em bikin. Gelo em ê karibin çêbikin? Gelo wê çend kes ji tirsê bikaribe derkeve ji derve? Ji bo Xwedê ka hûn dikarin bibêjin, bê wê çend kes karibin derkevin? Dixwazin muxalefeta şexsî û civakî têxin bin fişarê û çavtirsandî bikin. Mafê herî xwezayî ye lê nikarin bi cî bînin. Di rastiyê de çi Fransa be, çi Tirkiye be gelekî ferq nake”.
Medyaya nêzîkî AKPyê Portakal weke hedef nîşan daye
Gelek dezgehên medyaya nêzîkî Akpyê li ser van gotinên Portakalî, ew kiribûn hedef û piştî vê rewşê hin kesan giliyê Fatîh Portakalî kiribû.
Fatîh Portakalî li ser vê rewşê gotibû ku heke tiştek were serê min ez berpirs hûn in. (EKN/FD)