Ji bo nûçeya Tirkî bitîkine
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî li Tûnisê bi El-Bacî Kaîd es-Sibsî Serokdewletê Tûnisê re civiya.
Piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê hat lidarxistin û Erdogan ji bo Esadî got “terorîst”.
“Piştevaniyê me ji bo Qudsê berdewam dike”
“Di serî de ji bo Qudsê di gelek meselayan de piştevaniyê me berdewam dike.
“Me dît ku gava DYAyê ya derbarê Qudsê de avêtiye çawa li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî (NY) betal bû.
“Gavên ku em ê bavêjin divê em li ser biaxivin û bavêjin.
“Tirkiye û Tûnis, bi hev re, bi rengekî xurt vê dibêjin. Quds xeta me ya sor e. Ti gavên li hemberî pîrozbahî û statûya dîrokî ya Qudsê nayê qebûlkirin.
“Ne mimkun e ku em bi Esadî re berdewam bikin”
“Li Sûriyeyê ne mimkune ku bi Esadî re berdewam bikin. Ji bo çi? Bi wî serokê Sûriyeyê re çawa em ê karibin dahatê himbêz bikin ku nêzîkî milyonek elatiyê xwe kuştiye. Gelo gelê Sûriyeyê dixwaze yekî wiha li ser serê wan be?
“Ji ber ku Esad, ez bi zelalî û vekirî dibêjim, di rastiyê de terorîstekî wiha ye ku terora dewletê kiriye. Ji yekî wiha re em dikarin bibêjin ku vî karî ew dikare bimeşîne. Neheqî ye ji bo wan mirovên ku hatine kuştin. Li Sûriyeyê hîna jî xwîn diherike. (EKN/FD)
* Fotograf: Kayhan Ozer / AA