Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Serokomarê Tirkiyeyê di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoyê de axiviye.
Erdoganî bal kişandiye ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Selahatîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê bere yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku gotibû bila Demîrtaş demildest were azadkirin.
Erdoganî gotiye ku DMME nikare li şûna dadgehên Tirkiyeyê biryaran bide. Erdoganî Demîrtaş bi gotina “terorîst” penase kiriye û wiha axiviye: “Dadgehên me tenê biryarên li vir tên dayîn dinirxînin. DMME beriya ku rêyên hiqûqa navxweyî biqede, tiştekî istisnaî kiriye.
“Û dema me gava serlêdana şexsî avêt, me li Tirkiyeyê Dadgeha Destûra Bingehîn weke hîmê xerckirina hemû rêyan nirxand.
“Paşê DMME dikare were rojevê, bi vî şiklî ev gav hate avêtin. Lê niha em dibinin ku bêyî li vir hemû rê bidawî bibin, DMME biryarên bi vî awayî dane.
“Ev bi temamî gavên siyasî ne, hûn sedema vê dizanin. Heke em istisnayan deynin hêlekê jî, nakokî di navbera biryara derbarê Selahattîn Demîrtaşî de û biryara heman dadgehê ya derbarê Partiya Batasûnayê ya li Ispanyayê de heye.
“Kujerê Kobaniyê ye”
Erdoganî di axavtina xwe de derbarê Demîrtaşî de wiha axiviye: “Kujerê Kobaniyê ev e. Kujerê 53 ciwanên me, sebiyên me yên li Diyarbekirê ev e. Ew e ku hişt birayên me yên kurd derkevin kolanan û paşê bibe sedema mirina birayên me. Ey DMME heke tu fam nekî jhi, em ê di vegotinê de dewam bikin.” (DŞ/FD)