*Wêne: Murat Başol
*Fotograf: Anadolu Ajansı
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî li rêya vegera ji Azerbeycanê, di balafirê de bersiva pirsên rojnamegeran daye.
Erdoganî ji bo pêşveçûnên piştî daxuyaniya 10 balyozxaneyan a ji bo azadkirina karsaz Osman Kavalayî wiha gotiye: “Gava ku me avêtiye ne ji em hunera xwe nîşanî hinekan bidin, bi tenê tê wê wateyê ku Ji bo balyozên li Tirkiyeyê kar dikin midaxeleyê li nava Tirkiyeyê nekin.”
Bixwîne - 8 balyozxane: Em pabendî Peymana Viyanayê ne
“Bi Biden-î ve girêdayî bû”
Erdoganî ji bo balyozan gotiye ku “Divê Xala 41em a Peymana Viyanayê ji min baştir bizanibin. Helbet ji ber ku tiliya balyozê Amerîkayê jî di vî karî de hebû, qey (Joe) Bidenî camerî kir û daxuyaniya pêşiyê ji wir hat. Ji xwe piştî Amerîkayê daxuyanî da, nehên din jî xwe bi wî ve girêdan û bi vî awayî ev kar bidawî bû.”
Rojnamegeran bal kişandiye ser rewşa Osman Kavalayî û biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û bibîr xistine ku dibe di dawiya meha Çiriya Paşiyê de ji bo Tirkiyeyê pêvajoyekê bidin destpêkirin.
Erdoganî ji bo vî tiştî wiha gotiye:
“Ti bendewariyên min nînin. Bi tenê bendewariyeke min heye, em ê bi ya xwe bikin. Konsey jî wê bi ya xwe bike, bila bike. Ew çi bibêjin, em ê guh bidinê, em ê bibînin. Em ê li ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî, li Konseyê jî guhdar bikin. Piştî ku me guhdar kir, çi dikeve ser milê me em ê jî wê bikin. Ger çi hewce bike em ê jî wê bikin.”
Çi bûbû?
10 balyozxaneyên li Tirkiyeyê, di 18ê Çiriya Pêşiyê de derbarê rewşa girtîbûnê ya Osman Kavalayî de daxuyaniyek weşandibû.
Balyozxaneyan diyar kiribû ku Kavala çar sal in girtî ye û wiha dewam kiribû:
“Em weke Balyozxaneyên Almanya, DYA, Danîmarka, Fînlandiya, Fransa, Hollanda, Swêd, Keneda, Norwêc û Zelandaya Nû, wisa difikirin ku divê li gorî hevsengiya di navbera berpirsiyariyên Tirkiyeyê yên navnetewî û qanûnên wê yên milî de, ev doz bi awayekî adilane û bi lez û bez encam bide. Ji bo Osman Kavalayî li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên derbarê vê mijarê de demildest serbest bike, em bang li Tirkiyeyê dikin.”
Piştî vê daxuyaniyê Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkiyeyê bang li her 10 balyozan kiribû. Wezaretê di 19ê Çiriya Pêşiyê de daxuyaniyek weşandibû û wiha gotibû: “Ji wan re hatiye gotin ku ev daxuyaniya bêhed nayê qebûlkirin, ev daxuyaniya ku dixwaze pêvajoyên hiqûqî bike siyasî û hewl dide zextê li ser daraza tirkan bike nayê qebûlkirin, daxuyaniya navborî li dijî serweriya hiqûqê, demokrasî û serxwebûna darazê ye ku Balyoz îdia dikin û dibêjin ew van tiştan diparêzin.”
Balyozxaneya DYAyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî gotiye ku ew pabendî bi xala 41ê ya Peymana Viyanayê ne.
Paşê Balyozxaneyên Keneda û Hollandayê jî bi heman şêweyî daxuyanî weşandine. Balyozxaneyên Fînlandiya, Swêd, Norwêc, Zelandaya Nû û Balyozê Danîmarkayê jî heman daxuyaniya Balyozxaneya DYAyê retweet kirine. (DŞ/FD)