Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdogan, di dema Civata Giştî ya Konfedarasyona Sendîkayên Xwediyên Karan ya Tirkiyeyê (TISK) de axiviye.
Erdoganî di axavtina xwe de behsa egera operasyoneke bajayî ya li ser bakure Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê ya Iraqê kiriye ku piştî teqîna 13ê Çiriya Paşiyê ya li Taksîma Stenbolê pêk hatibû, careke bûbû mijara nîqaşan. Di wê teqînê de şeş kes miribûn.
Erdoganî gotiye: “Em ê terorê li cihê cih biqedînin. Ger çavkaniya terorê ji bakurê Sûriyeyhe be, em ne ku wan bixin hundir, em di çavkaniyê de diqedînin.”
“Tirkiyeyeke ku dixwazin bikşînin nava krîzên çêkirî, ne çokdanîne, berojavî wê ketiye nava coşbûyînê û wê ev dewam bike. Em ê dostên xwe zêde bikin, em ê hedê dijminan nîşanî wan bidin.
“Dema ku me dît gef li ser mayîndetiya me heye, qabîliyeta me ya dikare serkeftinan bidest bixe, serkeftinên kes ne li bendê ne.” (SD/FD)