Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî biryara tayînkirina 11 rektoran û endamên nû yên Lijneya Xwendina Bilind (YOK) ragihandiye. Ev biryar di Rojnameya Fermî de hatiye belavkirin.
Li gorî vê biryarê;
Prof. Dr. Arif Karademir bûye rektorê Zanîngeha Teknîkê ya Bûrsayê,
Prof, Dr. Meryem Sondan Durukhanoglu Feyiz bûye rektora Zanîngeha Kadîr Hasê,
Prof. Dr. Bulent Çakmak bûye rektorê Zanîngeha Teknîkê ya Erzeromê,
Prof. Dr. Hasan Kaya bûye rektorê Zanîngeha Mûstafa Kemal a Hatayê,
Prof. Dr. Gulfettin Çelik bûye rektorê Zanîngeha Medeniyetê ya Stenbolê,
Prof. Dr. Yusuf Baran bûye rektorê Zanîngeha Teknolojiya Bilind a Îzmîrê,
Prof. Dr. Husnu Kap bûye rektorê Zanîngeha Kafkasê,
Prof. Dr. Sadettin Hulagu bûye rektorê Zanîngeha Kocaeliyê,
Prof. Dr. Ahmet Çamsari bûye rektorê Zanîngeha Mêrsînê,
Prof. Dr. Cem Zorlu bûye rektorê Zanîngeha Necmettîn Erbakanî,
Prof. Dr. Bunyamin Şahin bûye rektorê Zanîngeha Gazîosmanpaya ya Tokatê.
Her weha Erdoganî, Metin Kiratli Serokê Karên Rêveberiyê, Naci Agbal Serokê Stratejî û Butçeyê yê Serokomariyê, Prof. Dr. Naci Gundogan û Prof. Dr. Necip Camuşçu Midûrê Giştî Metrolojî û Standardizasyonê yê Wezareta Pîşeyî û Teknolojiyê ji bo endamtiya YOKê tayîn kiriye. (OI/HA/FD)