Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî piştî li Parlamentoyê sond xwar û mazbataya xwe ya serokomariyê stand, desteya wezîran a pêşiyê ya “Sîstema Hikûmeta Serokomariyê” aşkere kir.
Di vê desteyê de çar parlamenter hene: Suleyman Soylu, Mevlut Çavûşoglû, Berat Albayrak û Abdulhamît Gul. Her çar wezîr wê dest ji parlamenteriyê berdin. Her wiha Hulusî Akar ji ber ku weke Wezîrê Berevaniyê ya Milî hatiye erkdarkirin wê dest ji Serfermandariyê berde.
Di desteyê de 2 jin û 14 mêr hene.
Li gorî vê, desteya wezîran ji van kesan pêk hatiye:
Alîkarê Serokomarî: Fûat Oktay
Wezîrê Dadê: Abdulhamît Gul
Wezîrê Karên Derve: Mevlût Çavûşoglû
Wezîrê Navxweyî: Suleyman Soylû
Wezîrê Berevaniyê: Hûlûsî Akar
Wezîrê Xezîneyê û yê Darayî: Berat Albayrak
Wezîrê Perwerdehiya Milî: Ziya Selçûk
Wezîrê Tenduristiyê: Fahrêttîn Koca
Wezîrê Enerjiyê û Çavkaniyên Xwezayî: Fatîh Donmez
Wezîrê Weguhastinê û Binesazî: Mehmet Cahît Tûran
Wezîrê Jingeh û Bajarvaniyê: Mûrat Kûrûm
Wezîrê Çandiniyê: Bekîr Pakdemîrlî
Wezîrê Çand û Hunerê. Mehmet Ersoy
Wezîrê Ciwanî û Sporê: Mehmet Kasapoglû
Wezîra Kar, Xizmetên Civakî û Malbatiyê: Zehra Zumrut Selçûk
Wezîra Bazgiraniyê: Rûhsar Pekcan
Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê: Mûstafa Varank
(HK/FD)