Fotofraf: Murat Kula / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî piştî civîna kabîneyê ya li Qesra Serokomariyê, daxuyanî da raya giştî.
Serokomar Erdoganî derbarê têkoşîna li dijî vîrusa koronayê ango covid-19ê de got: "Ji bo kêmkirina tesîra neyinî ya şewbê ji bilî tedbîrên armanca wan ew e ku lîvdariya mirovan herî kêm bike ti çareyeke din tune. 83 milyon divê em hemû bi hev re bi rihê seferberiyê tevbigerin. Em ji welatiyên xwe dixwazin ku heta ev tehdîda şewbê ji holê ranebe heta mecbûrî nebin bila nekevin nav qerebalixê, bi baldarî tevbigerin. Tirkiyeya ku ji çendî têkoşînan bi serbilindî derketiye dê bi îzna Xwedê têkoşîna li dijî şewbê jî teqez qezenc bike."
"Şemî-yekşeman em ê êdî li malê bin"
Serokomar Erdoganî derbarê sînordarkirina derketina derva de wiha axivî: "Nava hefteyê her roj di navbera saet 21ê êvarê û 5ê sibehê de sînordarkirina derketina derva ya giştî wê bê sepandin. Dawiya hefteyê şeva înê ji saet 21.00ê heta roja duşemê saet 05.00ê dê bênavber dewam bike. Şemî-yekşeman em êdî em ê li malê bin."
Erdoganî diyar kir ku kargehên wekî market, beqalî, qesab û cihên xizmeta pakêta malan didin, di saetên dê bên diyarkirin de dawiya hefteyê wê li dervayî biryarên sînordarkirinê bin.
Biryar wê ji roja sêşemê pê ve werin bicihkirin
Serokomar Erdoganî tedbîrên din jhi wiha aşkere kiriye ku ji bo pêşiyê li ber şewba Covîd-19ê were girtin:
"Dê navberê bidin fealiyetên pêşdibistanê û saziyên perwerdeyê yên manend. Nimêjên cenazeyê xizmên wan jî di nav da herî zêde dê bi 30 kesî bên kirin, mehr jî dê ji vê jimarê derbas nebin. Jimara kesên ku dê bikarin bikevin kolanên qerebalix û meydanan dê bi biryara Lijneya Tenduristiya Gelî ya giştî bê sînordarkirin. Ji bo daketina navendên dan û sitandinê dê derbasî sepana koda HESê bibin. Li malan çalakiyên wekî roj, mewlûd, sersaxî, pîrozkirina sersalê yên ku mirov tên bal hev dê neyên kirin. Restoran ji bilî serwêsa pakêtê dê nekarin ku xizmetê bidin. Li kargehên ku ji 50 kesî zêdetir xebatkarên wan hene bi çavdêriya doktorê kargehê dê ji hêla pisporê ewlehî û tenduristiya kar a heyî yan jî personelekî ku hat diyarkirin ve bicîanîna tevdîrên şewbê bi awayekî xurt bê kontrolkirin. Ji bilî îstisnayên di giştînameyên berê da hatin diyarkirin kesên ji 65 salî mezintir û 20 salî biçûktir dê nekarin ku wesayîtên veguhestina komî bi kar bînin."
Erdoganî ragihand ku tevdîrên vîrusa koronayê dê bi giştînameya Wezareta Karên Navxweyî bê verastkirin û ji roja sêşemê va bê tetbîqkirin. (EKN/FD)