Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî, piştî daxuyaniya balyoxzaneyên 8 welatan daxuyaniyek daye û gotiye, “Armanca me ne ew e ku em krîzê çêkin.”
Piştî ku balyoxaneyên 10 welatan bi daxuyaniyeke hevbeş gotibûn “Kavalayî azad bikin” û Erdoganî ew 10 der balyozxane weke “kesên nayên xwestin” penase kiribû, krîzeke dîplomatîk rû dabû. Duh (25ê Çiriya Pêşiyê) Balyozxaneya DYAyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşandibû û gotibû ku ew “pabendî Peymana Viyanayê ne.” Her weha bi giştî 8 balyozxaneyan ev peyam par ve kiribû.
Bixwîne - 8 balyozxane: Em pabendî Peymana Viyanayê ne
Daxuyaniya Erdoganî piştî vê daxuyaniya 8 balyozxaneyan hat û bi vê re krîza heyî hinekî sekiniye.
Recep Tayyîp Erdoganî duh beşdarî civîna Lijneya Wezîran bûye û piştî wê axiviye. Di axavtina xwe de her weha wiha gotiye: “Em armanc dikin ku rûmet û şanaziya Tirkiyeyê biparêzin. Îro bi daxuyaniya ku Balyozxaneyan kiriye, ji şaşiya xwe vegeriyane.”
Erdoganî her weha ji bo daxuyaniya balyzoxaneyan a bal kişandibûn ser Xala 41ê ya Peymana Viyanayê jî wiha axiviye: “Em wisa bawer dikin ku Balyoz êdî wê di mijarên mafên serweriya Tirkiyeyê de hinekî din baldar bin.” (KÖ/FD)