Fotograf: Murat Kula - Ankara/AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) biryarên nû yên ji bo bergiriya nexweşiya vîrusa koronaya nû ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Biryarên ku hatine aşkerekirin wê îro ji nîvê şevê û pê de bên pêkanîn.
Li gorî van biryaran:
* Li 30 bajarên mezin û Zonguldakê ku nexweşiya pişikê lê heye, ji bilî hin rewşan ketin û derketina nava bajaran heta 15 rojan hatiye qedexekirin.
* Biryara qedexeyê ya derketina derveyî malan, weke kesên temenê wan 65 û berjortir, wê ji bo kesên temenê wan 20 û berjirtir jî pêk were.
* Welatiyên ku wê derkevin ji derveyî malên xwe, li cihên weke bazar, market û yên weke wan mecbûr in rûpêçan bidin ber rûyên xwe. Her weha li wan cihên ku gelek kes bi hev re lê kar dikin jî heman tedbîr wê bên standin.
(EKN/FD)