Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî Stratejiya Reforma Dadê aşkere kiriye. Erdoganî di axavtina xwe de gotiye, “2 perspektîv, 9 armanc, 69 hedef û 256 xebat hene”.
Erdoganî di berdewamiya axavtina xwe de ev tişt gotiye; “Digel her tiştî em bawer dikin ku pêvajoya guftûgoya Yekitiya Ewropayê ya ji 2005an û vir ve berdewam dike bi qasî me ji bo Ewropayê jî girîng e. Her çiqas ku sozên hatine dayîn bi cih neanîbin jî, bi vê paketa reformê, em girêdana xwe ya bi pêvajoya endamtiyê ya YEyê nîşan didin”.
“Belgenameya reforma dadê wê baweriya bi sîstemê zêdetir bike”
“Belgenameya reforma dadê wê bihêle ku baweriya welatiyên me bêhtir bi sîstemê were û wê ji bo rewşa veberhênanê ya tê pêşbînîkirin bibe alîkar. Em bi vê belgenameyê re di mijara bihêzkirina azadiya xweîfadekirinê û xurtkirinê de helwestên nû nîşan didin. Ji bo tedbîrên girtinê bêhtir bi pîvan bên bi kar anîn em ê gavên nû biavêjin.”
“Em dixwazin mafê dadkirina adil bibandortir bê parastin”
“Em hedef dikin ku di demên pêş de mafê dadkirina adil bibandortir bê parastin.
“Ji bo sadekirina mewzûatê, bihêzkirina mafê sîstema alîkariya edlî û mafê parastinê em ê gavên nû biavêjin.
“Em ê pêşiyê li wî tiştî bigirin ku malpereke înternetê bi temamê neyê girtin lê lînka ku biryara qedexeyê li ser hatiye dîtin bê girtin.
“Em ê bihêlin ku biryarên derbarê azadiyaxweîfadekirinê de piştî dadgeha îstinafê biçin ber destê Dadgeha Bilind”.
Dema girtîbûnê
Erdoganî li ser dema girtîbûnê got:
“Li pergala dadkirinê dema herî zêde ya girtîbûnê hatiye eşkerekirin. Lê ev dem ji bo hemî pêvajoyên dadkirinê bû. Em ê rêzikên ji bo lêpirsîn û peyçûnê yek bi yek çêbikin.”
Xwendina hiqûqê: 5 sal
Serokkomarî diyar kir ku xwendina li beşa hiqûqê dê ji 4 salan bê guhertin û bibe 5 sal.
Disiplîna dadger û dozgeran
“Rêziknameya pêvajoya disiplîna dadger û dozgeran dê ji nû ve bê sazkirin.”
“Yasaya rê dide parêzer belge û agahîyan bistînin dê bê berfirehkirin.”
Dadgehên taybet
“Ji bo li mijarên derdor, îmar û enerjîyê binêre dadgehên taybet dê bê avakirin.”
Erdoganî herweha diyar kir ku ji bo karên navneteweyî bi rihetî bikare bê kirin peseportên kesk dê bêne derxistin.
(EKN/FD/MB)