Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Recep Tayyîp Erdoganê serokkomar, di bernameya fitara polîsan de, axivî.
Erdoganî xwe nerazî kir ku li dema hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Selahattîn Demîrtaş çûyî serdana Parlamentoya Ewropayê, bi dîwarên avahîya Parlamenê ve alayên YPG û YPJyê hatibûn hilavistin. Wî îdia kir ku ‘’Parlamentoya Ewropayê dema wextê wê hat dê vî hesabî bide.’’
Bi kurtasî beşên ji axiftina Erdoganê serokkomar ev in:
‘’Paralel, cidaxwaz, çete...’’
‘’Cihê ku em diçinê em dibînin, endamên dewleta paralel a terorî digel endamên rêxistina terorî û çeteyên ermenî mil bi mil li dijî welatê me tevdigerin.’’
Parlamentoya Ewropayê
‘’Ez dixwazim ji vê derê bangî Parlamena Ewropayê bikim: Hûn dixwazin bi wan pertalan peyaman ji kê re rêkin? Bila hûn bizanin ku ev kiryar dilê Tirkiyeyê xweş nakin.’’
‘’Bila we hay jê hebe ku ev tişt têrê nake hûn dilê Tirkiyeyê xweş bikin. Ji ber ku gelê tirk dê dema cih û wextê wê hat, vî hesabî bipirse.’’
‘Divê derbarê karmendan de lêpirsîn û doz werin vekirin’
‘Eger di nav saziyên fermî de kesên ku têkîliya wan bi ‘rêxistina terorê’ re hebin, divê demildest ew kesana werin tespîtkirin û him ji wezîfeyê werin avêtin him jî derbarê wan de ji hêla dadkirinê ve çi pêwiste be jî bête kirin.’
‘Mamosteyê ku kesan dişîne ji rêxistinê re, karmendên tenduristiyê ku derman dibin ji rêxistinê re, karmendên ku propagandaya rêxistinê dikin.. Ew yekana bi ti awayî nayê qebûlkirin. Nabe ku dewlet bi pereyê xwe kesên ku li dijî wê ne xwedî bikin. Ji bo vê yekê jî divê mevzuata karmendan were guhertin.’
Şaredarî
‘Wê şaredareke rabe pereyên ji butçeyê bişîne çiyê. Ew yek nayê qebûlkirin. Wê hesabê wê yekê jî were pirsîn.’
‘Eger hewce pê hebe, qanûn jî lêpirsînên îdarî jî dê were kirin. Divê şaredariyên li herêmê ji destê rêxistinê werin xelaskirin. Em ê wekî dewlet û hukimetê vê yekê bikin.’ (AS/YO/MB)