Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî piştî Civîna Lijneyê "bang li gelî kiriye." Erdoganî di tevahiya axavtina xwe de pesnê hikûmetê û xwe daye û gotiye, "Me biryar daye ku em baca kelûpelên weke sabûn, kaxizên tiwaletê, peçete, paçikê zarokan daxin ji sedî 8an."
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê Erdoganî diyar kiriye ku wan berê jî baca hinek kelûpelan kêm kiribû û niha jî wê ya kelûpelên paqijiyê kêm bikin.
"Niha jî em baja kelûpelên weke toza cilşuştinê, sabûn, qaxiza tiwaletê, peçete, paçikê zarokan ji sedî 18an dadixin ji sedî 8an. Her weha em baca xizmetguzariya xwarin û vexwarinê jî dadixin ji sedî 8an."
Erdoganî destnîşan kiriye ku wan baca xanî û erdan jî ji sedî 18an daxistiye ji sedî 8an. (AEK/FD)