Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di rojnameya Fermî de hatiye weşandin ku Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî ê AKPê û Serokomar rektorên nû tayînî 6 zanîngehan kiriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê navê rektor û zanîngehên ku lê hatine wezîfedarkirin weha ne:
Prof. Dr. Arif Ozaydin, Zanîngeha Dîlokê(Gazîantep)
Prof. Dr. Nîhat Şindak, Zanîngeha Sêrtê
Prof. Dr. Tolga Depcî, Zanîngeha Teknîkî a Îskenderûnê
Prof. Dr. Ahmet Şahîn, Zanîngeha Mehmet Alî Aydinlar a Acibademê
Prof. Dr. Turkay Derelî, Zanîngeha Hasan Kalyoncû
Prof. Dr. Omer Arioz, Zanîngeha Torosê
Erdoganî tayînkirina rektoran li gor 7., 3. û 2em xalên Biryarnameya Serokomarî a bi hejmara 3 û 13em xala Qanûna Xwendina Bilind ya bi hejmara 2547an pêkaniye.(TP/AY/FD)