Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan, li Civîna 71. ya Neteweyên Yekbûyî axivîye û ji bo Rêxistina Terorî ya Fathûllahgir (FETO) gotiye: ‘’ Ew dixwaze hemî dinyayê bixê di fermana xwe de. ‘’
Hin beşên axiftina Erdoganî ev in:
Derbeya 15ê Tebaxê
‘’Ev rêxistina terorî ya ji nifşên nû, ne bi tenê tehdîdeka li ser Tirkiyeyê ye, ew ji bo 170 welatên ku lê xebatan dike tehdîdeka li ser ewlehiya wan neteweyan e.
‘’Ez dixwazim, ji vî kursîyî bangî hemî dostên xwe bikim, ji bo ewlehiya xwe û siberoja welatê xwe tiştên pêwîst ji bo rêlibergirtinê bikin. ‘’
Şerê li Sûriyeyê û penaberên ji wê derê
‘’2 milyon û 700 hezar penaberên ji Sûriyeyê û 300 hezarên ji Iraqê li welatê me penaber in. Me ji 3 milyon penaberan re mala xwe vekir. Tirkiye dê piştgiriyê bide wan kesên li kon û xaniyên konteynir dijîn.’’
Operasyona Mûsilê
‘’Divê operasyona Mûsilê li gor hesasiyetên wan kesên li herêmê dijîn be. Heke ne welê be çêdibe vê carê kêşeyên nû derbikevin. Çêdibe rewşeka welê çêbibe ku ji milyonekê zêde kes bibin penaber.’’ (AS/MB)
*Wêne: Yasîn BûlBûl, New York / AA