Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan û serokê Amerîkayê Donald Trump li New Yorkê civîyan. Hat eşkere kirin ku Erdogan û Trumpî diyar kirine ew li dijî referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê ya Iraqê ne.
Trump û Erdogan ên ku ji bo civîna Neteweyên Yekbûyî li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê bûn civîyan. Civînê 45 deqîqeyan dom kir.
Trumpî piştî civînê ji medyayê re got:
“Dostanîyeka gellek baş di navbera welatên me de hene. Li gor min em niho ji hemî deman nêzîktirên hevdu ne. Sebeba mezin a vê nêzîkatiyê bi xêra têkiliyên kesane ne.”
Recep Tayyîp Erdoganê serokkomar jî got:
“Ez di wê baweriyê de me ku firseta me ya em li ser têkiliyên Tirkiye-Amerîkayê û kêşeyên herêmê biaxivin.”
Herdu siyasetmedaran eşkere kirin ku ew li dijî referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê ya Iraqê ne.
Çi bûbû?
Di Hezîrana 2017ê de serokê Herêma Kurdistanê-Iraq dabû zanîn ku ji bo serbixwebûna Kurdistanê referandûm dê bê kirin.
serokwezîrê Iraqê Heyder El Ibadîyî jî eşkere kiribû ku referandûm ne li gor qanûnan e.
Parlamentoya Iraqê pêkanîna referandûmê red kir. Parlamentoya Herêma Kurdistanê biryara pêkanîna referandûmê da.
Tê plankirin referandûm di 25ê Îlonê de bê kirin.
(NV/MB)
Wêne: New York - Volkan Furuncu/AA