Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Artêşa Sûriyeyê bajarokê Xan Şexûnê bi dest xistiye û xaleke çavdêriyê ya Tirkiyeyê li Idlibê dorbêç kiriye, Recep TayYîp Erdogan, Serokomarê Tirkiyeyê û Vladimir Putin Serokdewletê Rûsyayê bi rêya telefonê bi hev re axivîne.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê, pêşketinên li Sûriye û Libyayê û pêwendiyên her du dewletan nirxandine.
Hatiye diyarkirin ku Serokomar Erdoganî gotiye, “êrîş û binpêkirina agirbestê ya rejimê yên li Idlibê, dibe sedema qeyraneke mezin a mirovî, zirarê dide hewldanên ji bo çareseriya li Sûriyeyê û ji bona ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê jî dibin xetere û gefeke mezin.”
Kremlînê jî daxuyanî daye
Kremlînê jî daxuyaniyeke nivîskî belav kiriye û gotiye ku Erdogan û Pûtîn di mijara zêdekirina hewldana hevbeş a ji bo Idlibê weke hev difikirin.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:
“Her du serokan di mijara zêdekirina hewldanên derbarê hedefên hevbeş de weke hev difikirin ku ji bo rakirina gefên terorîstan tên dayîn.” (PT/FD)
* Fotograf: AA/Arşiv