Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokomar Erdogan ku ji bo beşdarbûna civîna Lijneya Giştî ya NYê çûbû New Yorgê bi Alîkarê Serokê Amerîkayê Joe Biden re hevdîtin pêk anî.
Hervdîtina Erdogan û Biden nêzî 1.5 kişand.
Ji aliyê Tirkiyeyê Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Berat Albayrak, Misteşarê Wezareta Karên Derve Ferîdûn Sînîrlîoglu, Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan, Balyozê Tirkiyeyê yê Washîngtonê Serdar Kiliç, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Serokomariyê Îbrahîm Kalin, Serşêwirmendê Serokomariyê Mustafa Varank û ji Serokatiya Sererkaniyê Tuxgeneral Levent Ergun beşdarî hevdîtinê bûn.
Ji aliyê Amerîkayê jî digel Bîden Alîkarê Wezîrê Karên Derve Anthony Blînken, Şêwirmendê Bîden ê Ewlehiya Neteweyî Colîn Kahl, Cîgira Arîkarê Wezîrê Karên Derve Vîctorîa Nuland, Nûnerê Taybet ê Barack Obamayê Serokê DYAyê yê Koalîsyona Gerdûnî yê Têkoşîna Dijî DAEŞê re Brett McGurk, Nûnerê Taybet ê Karên Vejenê Amos Hochstein, Dîrektorê Biqidem yê ku ji Karên Ewropayê Berpirsyar eCharles Kupchan, Şêwirmenda Taybet a Karên Ewropa û Avrasyayê Anna Makanju beşdarî hevdîtinê bûn.
Derbarê operasyonên li Sûriyê axivîn
Qesra Spî di derbarê hevdîtina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden de daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku her du serokan ji bo ji holê rakirina rêxistina teror a DAIŞê di çarçoveya hevpeymana navneteweyî de mijara xurtkirina hevkariyê axivîn û hat ragihandin ku Erdogan û Biden agirbesta li Sûriyeyê û muzakereyên Qibrisê jî di nav de nirxandina geşedanên herêmî yên girîng kirin.
Qesrê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku Cîgirê Serokê Amerîkayê Biden di derbarê lêpirsîna hewldana derbeyê de derbirî ku ew amade ne ji bo pêvajoya lêpirsînê piştgiriyê bidin Tirkiyeyê û pisporên wan ên hiqûqê amade ne ku bi hempîşeyên xwe bixebitin.
Her wiha di daxuyaniyê de hat dest nîşan kirin Biden di derbarê pirsgirêka Kurd de jî diyar kiriye ku hêviya wî ew e ku tavilê vegerin ser diyalogê.
Operasyona li dijî Reqqa û Mûsilê
Li gorî nûçeyên Vatan û Sabahê Erdogan ji Biden re gotiye ku eger Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di operasyonên li dijî Reqqa û Mûsilê de cih bigirin wê TSK beşdar nebe.
YPG: TSK û DAIŞê di heman rojî de êriş kirin
Navenda Ragihandina YPGê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku TSK bi çekên giran êrişî gundên başûrê Kobanê dikin û DAIŞ jî li Bendava Tişrîn û Şededê dest bi êrişan kirine.
Di wê daxuyaniyê de hat gotin ku TSKê di 20ê Îlonê de êrişî gundê Babanê kiriye û di saetên êvarê ya heman rojê de jî bi çekên giran êrişî gundê Til Şeriyê kiriye.
Hat ragihandin ku DAIŞê jî di 20ê Îlonê saet 01:00an de li rojhilatê Bendava Tişrînê êrişî Qadiriyê kiriye û di saet 17:00an de jî bi çekên giran êrişî gundê Şemsedînê kirine.
(AS/YO)